ÎZMÎR - Li Girtîhega Şakranê li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên keyfî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin.
Girtiyên li Girtîgeha Şakrana Alîagaya Îzmîrê ku bi binpêkirinên mafan û pêkanînên keyfî tê rojevê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. 8 girtiyên li Girtîgeya T2 ya Şakranê û 5 girtiyên li Girtîgeha T3 ya Şakranê di 15’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kirin, 5 jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê diyar kirin ku ji îro pêde ew jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêorveger dikin.
‘ÎŞKENCE VEGERANDINE HALÊ SÎSTEMATÎK’
Nûnera Însiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re ya Îzmîrê Selma Altan, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi OHAL a piştî darbeya 15’ê Tîrmehê dat îlankirin re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihiştine lûtkeyê. Altan, da zanîn ku li Girtîgeha Şakranê îşkence derûnî û fîzîkî ya li dijî girtiyan her tim tên rojevê û wiha got: “Îşkence vegerandine halê sistematik. Roja Sêşema bihûrî komek gardiyanan a ji 40-50 kesan pêk tê, dernexistina girityan a pêlavan kirin hincet êrîşî girtiyan dikin û girityên bi navê Yusuf Ozdemîr, Yusuf Aydin, Firat Çalkan û Vahdettîn Budak birîndar bûn. Piştî îşkenceya li odeyan hat kirin, Ozdemîr, Aydin, Çalkan û Budak birin odeyên bi sünger û li vir jî rastî îşkenceyek giran hatin. Li ser rûyê Yusuf Ozdemîr şopên derpkirin^ehene, derxistin doktor û rapora derpkiirnê giritye. Girtiyê bi navê Yilmaz Suncak jî ligel ku emelyat kirî bû hat derpkirin û doktor rapora derpkirinê nedan wî.”
DAXWAZÊN GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Altan, anî ziman ku ji bo dawî li pêkanînên tên meşandin girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha axivî: “Daxwazên girityan wihane; dawî li zextên girtîgehê bên anîn, dawî li serdegirtinên gardiyanan ên odeyan bê, peywendî di nava kawişan de bê pêkanîn, pêkanîn bikaranînên qertên berstû bên rakirin, aktîvîteyên civakî bên pêkanîn, rakirina sînorkirina pirtûkan, dawî li tacîzên gardiyanan ên dema hevdîtinan de bê, girityên nexweş bên dermankirin û pêkanînên sekna bingehîn ên dema hejmartina li girtîghenê bên bidawîkirin. Ger daxwazên wan neyên pêkanîn dê girtî çalakiya xwe bidomînin. Em ji tendirûstiya girtiyan bifikarin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku peywira xwe bînin cih. Em Wezîrê Dadê dewetî peywira wî dikin. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî van pêkanînan bi hestiyar tevbigerin.”