‘Doza KCK'ê kumpast e'

AMED - Rûniştina doza "Sereke ya KCK'ê" ku 154 siyasetmedarên kurt tên darizandin berdewam kir. Di rûniştinê de prz. Osman Çelik, diyar kir ku ev doz ji aliyê Cemaeta Gulen ve li dijî kurdan pêk hatiye û operasyona Kumpasê ye.

Rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" ku Hevserokên KCD, prz. rêveberên partiyên siyasî jî di navde 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Serokê Şaxa TUHAD-DER'ê ya Amedê yê berê ku serbest tê darizandin Mahmut Okan û parêzerên siyasetmedaran amade bûn. Mahmut Okan, di rûniştinê de parastin kir û diyar kir ku îdîanameya der barêwî de red kir û wiha got: "Hemû li ser axaftinên telefonan girtine. Axaftinên telefonê wekî "Endamê rêxistinê derman kiriye" bi nav kiriye. Ger ku kesê min alikariya wî kiribe endamê rêxistinê be. Çima neçûn ew li nexweşxaneyê negirtin."

OPERASYONA KUMPASÊ YE

Prz. Osman Çelik, jî anî ziman ku îdîanameya ku hatiye amadekirin ji aliyê dozgerên Cemaeta Gulen ku îro girtî tên darizandin ve hatiye amadekirin û operasyona kumpasê ya li dijî kurdan e. Çelik, anî ziman ku ev mirovên ku qet tev li tundiyê nebûne wekî mirovên hov hatiye nîşandan. Çelîk, anî ziman ku piştî PKK'ê agirbest îlan kir û 5 roj şûnde operasyona KCK'ê hatiye lidarxistin û wiha got: "Kesên gotin 'ez dixwazim xwîn biherike, kurd û dewlet bên hemberî hev' ev operasyon pêk anîn. Di vê dozê de tu sûc tune ye. Divê muvekkilên min beraat bibin. "

Parêzerê Adil Erkek û Takibe Turgay Prz. Muhlis Ugurgul jî parastin kir û diyar kir ku Adil Erkek berpirsiyarê meclîsa bajar e û dikare bi riya SMS'ê mirovan dawetî civînê bike û ev ne sûc e.

DOZ SIYASÎ YE

Takibe Turgay jî parastina xwe kir û beraeta xwe xwest. Prz. Ugurgul jî : parastina Takibe Turgay kir û wiha got: "Hevdîtina muvekkila min bi ziyaretvanên xwe re kiriye wekî hevdîtina rêxistinê hatiye dîtin. Muvekkila min bi Sabire re hevditina telefonê kiriye. Lê wekî ku bi Sabrî Ok re hevdîtin kiribe nişan daye. Ev dozek siyasî ye. Divê hiqûq ji bo her kesî wek hev bê meşandin. Ez beraata muwekila xwe dixwazim."