Li Babê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da

KÎLÎS - Li Baba ku TSK’yê got “bajar di bin kontrola me de ye” teqînek pêk hat. Li gorî daxuyaniya TSK’ê di teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn.

Di operasyona Babê ya di çarçoveya “Tevgera Mertalên Firatê” ya ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ve hatiye destpêkirin 2 leşkeran jiyana xwe ji destda û 3 leşker jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku leşkerên li Babê derdor kontrol dikirin ji ber teqemeniya dest a teqiyaye jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya ji aliyê TSK’ê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Di çarçoveya Tevgera Mertalên Firatê de 24’ê Sibatê saet di 12:00’an de li ser riya herêma TADÎF a li balûrê El Babê ye ji ber teqemeniya ku DAÎŞ’ê beriya niha li ser rê bicih kiriye du leşkerên me yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên kefşa mayînan dikirin şehîd ketine, 3 leker jî birîndar bûne û demildest hatine sewqkirin û dest bi dermankirina wan hatiye kirin. Xetereya jiyana birîndarên me tune ye.”

Hat zanîn ku birîndar anîne nexweşxaneyên li Dîlok û Kîlîsê.