Anketa dawî: 'Na’ bi ferqek mezin li pêşe

STENBOL - Anketek din a ku fikarên hikûmet û Serokomar mafdar dike hat weşandin. Li gorî anteka THEMÎS’3e ya di 10-18’ê Sibatê hat pêkanîn dema dengê bêbiryaran bê belavkirin ‘Na’ ji sedî 57.6 û ‘Erê’ jî ji sedî 42.4 e.

Anketek din a ku fikarên hikûmet û Serokomar Recep Tayîp Erdogan mafdar dike hat weşandin. Ji aliyê şîrketa Lêkolînê ya A.Ş. a THEMÎS’ê ji bo Enstîtûya 21.YY a Tirkiyeyê lêkolîna referandumê kir. Li gorî anteka THEMÎS’3e ya di 10-18’ê Sibatê hat pêkanîn dema dengê bêbiryaran bê belavkirin ‘Na’ ji sedî 57.6 û ‘Erê’ jî ji sedî 42.4 e.

Li ser pirsa ger îro hilbijartin pêk bê hûnê deng bidin kîjan partiyê, ji sedî 45.7 AK Partî, ji sedî 31.3 CHP, ji sedî 9.7 HDP û ji sedî 8.3 MHP tê tercîhkirin.

JI RÊHEVALÊ WAN PIŞTGIRÎ TUNE YE

Di referanduma ku dê ji sedî 72 hilbijêrên AK Partiyê bêjin Erê û ji sedî 23.7 bêjin Na, hilbijêrên MHP’ê ji sedî 58.5 dibêjin Na û ji sedî 6.3 dibêjin Erê. Dîsan hilbijêrên Partiya Saadetê ya rêhevalê berê yê AK Partiyê ye ji sedî 44.7 dibêjin "Na", ji sedî 4.3 jî dibêjin "Erê".

Li aliyê din kesên ku tercîhên xwe yên siyasî diyarnekirine jî ji sedî 28.3 dibêjin "Na", ji sedî 14.1 dibêjin "Erê" û ji sedî 42.9 jî nêrînên xwe nayînin ziman.