ENQERE - Navenda Giştî ya ÎHD'ê rapora der barê Gundê Xerabe Bava de amade kiribû bi raya giştî re parve kir. Heyetê di raporê de diyar kir ku şahidê bûyerê diyar kiriye ku roja operasyon pêk hat pevçûn derneket û 6 roj piştî operasyonê dengê çekan hat. Şahid anî ziman ku jina 35 ku piştre ji gund derket diyar kiriye ku leşkeran keçên wê yên 12 û 14 salî desteser kirin û gotin "Dê xizmeta me bikin" û agahiyê ji keçên xwe nagire.
Navenda Giştî ya Komeleyea Mafên Mirovan (ÎHD) der barê dorpêç û bûyerên li Gundên navçeya Nisêbînê ku ji 11'ê Sibatê heta niha operasyon û dorpêç lê berdewam dikin rapor amade kir û bi raya giştî re parve kir. Heyeta ÎHD'ê ku ji bo ewlehiyê navê hevparên wê aşkere nekirin, agahiyên girîng di raporê de parve kirin. Heyetê bêtir bal kişand ser bûyerên li Gundê Xerabê Bava.
Di raorê de hat diyarkirin ku Heyeta ÎHD'ê di 20'ê Sibatê de çûye li heremê lêkolîn kiriye û çavdêriyên xwe jî li ser zêde kiriye. Heyetê di raporê de anî ziman ku wan ji Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman u qeymeqamê Nisêbînê bi awayekî nivîskî randewû ji wan xwestine, lê tu bersîv nedaye wan. Heyetê da zanîn ku di heman rojê de çûne gundê Nisêbînê û bi çend kesan re hevditin kirine. Heyetê da zanîn ku 15 kilometre dûrî gundê Xerabê Bava ji aliye leşkeran ve hatine rawestandin û destûr nehatiye dayîn ku biçin gund.
LI QADA GUND ÎŞKENCE HATIYE KIRIN
Heyetê cih da şahidê bûyerê yên li gund û wiha cih dan raporê: "Zilamê 40 salî ku ji ber nexweşiya xwe di roja 6'an de ji gund derket. Şahidê 40 salî wiha got: "Roja 11'ê Sibatê şemiyê saet di 19.30’an de dengê helikopteran li ser gund hat. Saet di 20.30’an de keyayê gund di hoparlora mizgeftê de bang kir û got leşker ketine gund û ketina derve hatiye qedexekirin. Di heman demê de operasyon hat destpêkirin. Berê bi ser malên li dervê gund de girtin. Kalê 73 salî Ebubekir Koç binçav kirin. Yên din jî di malên xwe de dîl hatin girtin. Bi ser malan de girtin û mirov ji malê derxistin. Birin li qada gund kom kirin û li wan îşkence kirin."
LEŞKERAN 2 ZAROKÊN KEÇ JI BO XISMETÊ LI CEM XWE HIŞTIN
Şahid, anî ziman uk jina 35 salî ji ber dîmenên li gund ji ser hişê xwe çû û wiha got: "Piştî li ser hawara xwesiya wê ew şandin nexweşxaneyê. Hevserê wê yê li Kibrisê dixebite û ji bo 2 rojan hatibû gund jî hat binçavkirin. Jina ku xwest zarokên xwe yên 14 û 12 salî jî li gel xwe bibe rastî astengiya leşkeran hat. Leşkeran got 'Dê xizmeta me bike' u nehişt derxin derve. Niha malbat nikare bi 2 zarokên xwe yên keç re têkeve diyalogê û agahî ji wan nayê girtin. "
Şahid, anî ziman ku ji roja şemiyê heta duşemê 16 kes li gund hatin binçavkirin û dîsa binçavkirinê berdewam kir û wiha axivî: "Di nava kesên hatin binçavkirin de zarok jî hebûn. Tenê yên nexweşiya wan giran destûra nexweşxaneyê girtin. Ji bilî wê destûr nedan zarok ji gund derkevin. Jinek nexweşa dil ku zarokên wê yên 2 û 4 sali hebû ji ser xwe çû. Lê destûr neda zarokê xwe bi xwe re bibe. Wê jî qebûl nekir ku biçe nexweşxaneyê. Piştî rewşa wê giran bû destûr dan zarokên wê jî. Mehek berê jî li heman gundî operasyon pêk hatibû. Wê demê 6 kes li gund binçav kirin. 2 rojan di bin çavan de man û serbest hatin berdan."
DEMA OPERASYONÊ DEST PÊ KIR ŞER TUNEBÛ
Dema Operasyonê dest pê kir 6 roj şûnde roja înê saet di 15.00'an de dengê çekan hat. Wê demê kuştin çêbûn. Me wêneyê 3 kesan teşhîs kir. Lê em disa jî bi şik in. Ji ber ku nedihatin naskirin. Yek jê dişibiya keseki ji gund ê aqilê wî ne li serê wî bû. Min jî piştî roja 6'an ji ber nexweşiya xwe ji gund derketim. Piştre hindik be jî bi riya telefonan min agahî ji gund girt. Li gund pirsgirêka avê heye. Welatiyan pirsgirêka xwe ya avê ji gundên derdorê temîn dikirin. Lê piştî vê operasyonê welati nikarin biçin avê ji gundê derdorê bînin. Neçarin ava qirêj vexwin. Li gund pirsgirêka xwarinê jî heye. Destûr nadin ku em derkevin hewşê jî. Nexweşiyên bapêşê belav dibû. Ji ber nexweşiyan sewqê dest pê kiribû. Li nexweşxaneyê teşhîsa jahrînê danîn ku welatî jahrînî bûne. Te gotin ku gund xerakirin û şewitandin. Lê çend gund in em nizanin.
DI 2002'AN DE VEGERIYAN GUND
Gundê Xerabe Bava gundekî dîrokî ye. kelî Sûr û dêr hene. Gundiyan ji ber cerdevanî red kirin di 15'ê Gulana 1995'an de gund hatibû xerakirin. Du gundî kuştibûn. Gundiyan neçar mabûn koç bikin. Gund ji 185 malan pêk dihat. Di sala 2002'an de dîsa vegeriyabûn gund. Gund ji nûve ava kirin. Niha 65 xanî ye. û nifûsa wî ji 500 kesan pêk tê. Pişti qedexeya derketina derve ya Nisêbînê hêjmara malan derket 100'an. Li gund nexweşên ku nebirin nexweşxaneyê hene. Bego Dogan 76 salî ye. Di damarên wî de stent hene. Dive bi rêk û bêk bê tedawîkirin. 10 rojin em agahî nagirin. Tê gotin ku 39 kes hatin binçavkirin. Di rastiyê de çiqas kes hatin binçavkirin û çiyas xanî hatin xerakirin û şewitadin ne zelal e"
XWENDEKARÊN ZANÎNGEHÊ JÎ XISTINE BIN ÇAVAN
Kesên bi navê Abdullah Dogan, (64), Osman Dogan (19), Vedat Dogan (16) piştî roja çaran hat berdan. Xwendekarê pola 8'an ê paşnavê wî Bayhan jî hat binçavkirin û di roja 4'an de hat berdan. Gulbahar Toy (40), jina paşnavê wê Bayhan jî hat binçavkirin. Neriman Gungor (40) di bin çavan de qirîza dil derbas kir u serbest hat berhdan. Hevserê wê Şukru Gungor hêj di bin çavan de ye.
Li gund leşker tîmên taybet û tevgera teybet hene. yên cilên sivîl li wan hene. Di destê wan de çekên pir cuda hene. Tê gotin ku ji tugaya Bornova ya îzmir9ê hatine. Dema ez ji gund derketim nêzî 1000 leşker û polîs li dervê gund bûn. Komando, cendirme û tîmên taybet hebûn. Min dubare 12'ê Îlonê jiya.
Heyetê di raporê de cih da daxuyaniyê Abdi Aykut ku rastî îşkenceyê hatibû.
DOZGER HEVDÎTIN RED KIR
Heyetê da zanîn ku wan xwest bi dozger re jî hevdîtin bikin, lê dozgeriyê daxwaza wan a hevdîtinê redkiriye.
DOZGER HEVDÎTIN RED KIR
Di raporê de hat gotin ku piştî heyeta ÎHD’ê ji bo bi şahidan re hevdîtinê bike çûye Edliyeya Nisêbînê û xwestiye bi Serdozgerê Komarê re hevdîtinê pêk bîne, lê dozger bi gotina “Gelekî karê min heye, ez nikarim hevdîtinê bikim” daxwaza hevdîtinê red kiriye. Di raporê de tê gotin ku ji bo dîsa hevdîtinê pêk bînin, serî li Walîtiya Mêrdînê û Qaymeqamtiya Nisêbînê dane, lê dîsa daxwaza hevdîtinê hatiye redkirin, ji ber ku tu rayedarî nexwestiye hevdîtinê bike, heyet neçar maye ber bi gundê Xirabê Bava ve ketiye rê.
Di dewama raporê de tê gotin ku berî ku heyet bikeve gundê Xirabê Bava, qasî 15 kîlometre derveyî gund rê li wan hatiye girtin û ev tişt hat gotin: “Cihê ku rê hatibû girtin, panzêreke mezin, TOMA û maşîneyeke sivîl a ‘Doblo’, panzer, leşker û kesên bi rih û bi çek li hemberî me bûn. Her wiha berî heyeta me, heyeta HDP û DBP’ê ya ku wekîlan jî têde cih digirt hatibûn herêmê, bi komek dayikên aştiyê re, li cihekî li hev civiyabûn.”
'50 KES LI QEREQOLA CENDIRMEYAN A NISÊBÎNÊ TÊN GIRTIN'
Di dewama raporê de hat aşkerakirin ku piştî heyet hat astengkirin, neçar mane vegerin Nisêbînê û bi parêzeran re hevdîtin pêk bînin û cih da van agahiyan: “Parêzeran piştrast kir ku ew bi gelek tengasiyan re rû bi rû mane, hevdîtina wan e bi kesên di bin çavan re hatiye astengkirin, tu piştgiriya hiqûqî nedane kesên di bin çavan de, nehiştine parêzerên taybet jî hevdîtinê bikin, ji ber ku parêzerên CMK’ê li ser wan ferzkirine, gelek pirsgirêk derketine. Li gorî agahiyên ku gihiştiye ber destê wan û hêj tam zelal nebûye, herî kêm 50 kes li Qereqola Cendirmeyan a Nisêbînê tên girtin.”
BANGA LÊPIRSÎNÊ
Di raporê de hat xwestin ku divê der barê îşkenceyên ku hatine kirin, muameleya xirab, înfazên bê darêz, rûxandina malan û texrîbkirin jî din nav de, divê der barê eziyetên li gundiyan hatiye kirin de, Serdozgerê Komarê lêpirsînê bide destpêkirin, divê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a TBMM’ê bi lezgîn komîsyonekî ava bike û li gundê Xirabê Bava lêkolînê bide destpêkirin, divê Lijneya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê der barê îdiayên binpêkirinên mafan de lêkolînê bide destpêkirin, divê Wezareta Navxweyî bi lezgîn der barê personelên cemaweriyê yên ku ji derveyê mewzûatê tevgeriyane, lêpirsîneke berfireh bide destpekirin.
Herî dawî di raporê de hat gotin ku: “Sed mixabin tiştên ku îro li gundê Xirabê Bava ya Nisêbînê pêk tên, tiştên di 16’ê tebaxa 2015’an de bi bûyerên qedexeya derketina derve re derketin holê re heman tişt in. Heta niha gelek caran li navçe û bajarên ku derketina derve hatiye qedexekirin, li van herêman binpêkirinên mafan ên cidî rû dane. Em bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, divê di vî alî de serwext tev bigerin.”