AMED - Baroya Amedê derbarê îşkenceya li welatiyê bi navê Abdî Aykut ê ku li Xerabê Bava hat kirin û wêneyên wî hatin parvekirin de serlêdana sûc kirin û ji bo peywirdarên civakê yên îşkence pêkanîne bên tesbîtkirin xwest lêkolîn bê kirin.
Baroya Amedê derbarê îşkenceya li welatiyê bi navê Abdî Aykut ê ku li gundê Xerabê Bava ya ku di 11’ê Sibatê qedexeya derve hat îlankirin, hat kirin û wêneyên wî hatin parvekirin de serlêdana sûc kir. Serokê Baroyê Ahmet Ozmen ku ji bo peywirdarê civakê yê îşkence pêk aniye bê tesbîtkirin û bê lêkolînkirin li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê serlêdan sûc kir û wiha got: “Ji bo rûmeta mirovan bê parastin û bûyerên wiha neyên jiyîn divê îdîayên mijara gotinê bên lêkolînkirin.”