Hevserokê HDP'a Mîlasê hat tahliyekirin

MÛGLA - Hevserokê HDP'a Mîlasê Kamuran Dogan ê di 16'ê Kanûna 2016'an de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, hat tahliyekirin.

Li navçeya Mîlasê ya Mûglayê, di 16'ê Kanûna 2016'an de di serdegirtina malan de Hveserokê HDP'a Mîlasê Kamûran Dogan hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Di rûniştina yekemîn a dozê de Dogan hat tahliyekirin. Rûniştina dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê hat dîtin. Di dozê de 1 jê girtî 9 kes hatin darizandin. Piştî parêziya bersûcan, Parêzer Gulfer Karadeniz parêzî kir. Piştî parêziya Karadenizê heyeta dadgehê mutala xwend û navber da dadgehê.

Piştî navberê, heyeta dadgehê biryara tahliyekirina Dogan da.