Piştî 11 rojan 69 siyasetmedar hatin berdan

STENBOL - Li Stenbolê di serdegirtinên malan de ji 70 kesên hatibûn binçavkirin, 69 jê piştî 11 rojan serbest hatin berdan.

Li Stenbol û navçeyên wê di 14'ê Sibatê de bi ser gelek malan de hatibû girtin û hevgirtiyên HDP, KCD, DBP, TJA û KESK'ê jî di nav de 70 siyasetmedarên hatibûn binçavkirin, îro ew sewqî Edliyea Stenbolê ya li Çaglayanê kirin. Ji siyasetmedarên piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin, 9 jê bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan 14 jê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Heyeta dadgehê biryara girtina welatiyê bi navê Adem Dalkiran da û 13 siyastemdarên din jî berda.