MÊRSÎN - Nursel Demir a berhemên ajalan naxwe û helezxweriyê tercîh dike, metbaxa veganê û ji nebatan çawa mast û penêr tê çêkirin vegot.
Nursel Demir a tenê xweyîkirina nebatan tercîh dike, piştî biryar da ew ê wek helezxwerekê (vegan) jiyana xwe bidomîne, êdî li şûna berhemên heywanan, ji nebatan berhem çêdike û dixwe. Demir, behsa metbaxa helezxweriyê kir. Demir, anî ziman ku ew di destpêkê de di xelekeke zaf biçûk de dijiya û diyar kir ku, tenê heywanên ku wê mafê jiyanê dabûn wan di vê xelekê de dijiyan û got, ji bo mafê jiyanê yên gelek heywanan çêbibin wê biryara daye ku bibe helezxwer. Demir, anî ziman ku piştî wê helezxwerî tercîh kiriye, ji bo mast û penêr ên herî zêde ji wan hez dike bixwe vê carê wan ji nebatan bi dest xistiye.
JI BEHÎVÊN XAV ÇÊKIRINA MAST
Demir, diyar kir ku piştî lêkolînan wê ji behîvên xav dest bi çêkirina mast kiriye û anî ziman ku, wê ji hevaleke xwe ji nebateke bi navê kajû hînî çêkirina penêr û sosa Hîbeş a ereban bûye. Demir, ji mastê çêdike re dibêje mastê helezxweriyê û wiha behsa çêkirina vî mastî kir: "Berî çêkirinê bi rojekê behîvên xav şil dikim. Roja din behîva xav du qatan diwerime. Du îskan av bera nav behîvên nepihandî dikim û qederekê tev didim. Paşê bi posayê şîr ji hev dikim. Şîrê wê zaf bisihhet e. Pê paste û borek jî tên çêkirin. Paşê kevçiyek arvan bera nav posayê didim. Arvan di nava îskanek avê de tînim asta mehlebiyê û paşê du kevçî nîşasta jî tevlî dikim. Paşê bi qasî îskaneke çayê rûn tevlî dikimê. Li gor xwestekê lîmon û xwe jî lê tê zêdekirin û paşê li hev tê xistin. Bi vî awayî mast jê çêdibe."
PENÊR JÎ JI NEBATAN TÊ ÇÊKIRIN
Demir wiha behsa penêrê ku ji nebata bi navê kajûyê bi dest dixe kir: "Kajûya xavî beriya çêkirinê bi rojekê şil dikim. Roja din kajû zêde dinepixe. Paşê hinekî îsota reş, lîmon û xwê tevlî dikimê û li hev dixim. Piştî tam tê eciqandin penêr çêdibe." Demir, diyar kir ku li metbaxa xwe ya helezxweriyê lahmecûn û gelek tiştên wek lahmecûnan jî çêdike û ragihand ku, ji bo lahmecûnan pêdivî bi goşt tune ye.
Demir, diyar kir ku xweyîkirana helezxweriyê li gor yên din bimaliyetir e û anî ziman ku berê ew yeke hêrsok bû, lê piştî wê briyar daye bibe helezxwer nêrîna wê ya li bûyeran guheriye û aramtir bûye.