Xerabreşkê bê eleqe maye

RIHA - Arkeolog Ozlem Ekinbaş, anî ziman ku perestgeha herî kevin a mirovahiyê Xerabreşkê (Gobeklîtepe) bê eleqe maye û wiha got: "Ji dêvla bi pêşnûmayên mezin pêşkeşî kapîtalîstan bê kirin, heke li gor ruhê xwe bi planên zanistiyî û parastina civakî bê pêşxistin dê baştir bibe."

Girê xerabreşkê ku li gundê Xirabreşkê ye û bi bermayiyên jê hatin bidestxistin ji nû ve dîroka mirovahiyê da nivîsandin, ji sala 1995'an heta niha kolandinên wê didomin û wek navenda îbadetê ya herî kevin a mirovahiyê tê zanîn. Li Girê Xerabreşkê tespîta 20 perestgehî hatiye kirin, lê heta niha 6'ê tenê hatien derxistin.

QÎMETÊ HÊJA NEHAT NÎŞANDAN

Li Girê Xerabreşkê, bi serokatiya Muzeya Rihayê û bi şêwirmendiya zanistiyî ya Prof. Dr. Klaus Schmidt ve dest bi kolandinan hatibû kirin û di sala 2007'an de jî Klaus Schmîdt bû serokê kolandinê. Piştî mirina Schmîdt, Muslum Ercan bû serokê kolandinê. Lê derket holê ku Ercan mezûnê têkiliyên gel û ji arkelojiyê fêm nake û her wiha piştî demekê ji FETO'yê ve ji peywirê hat dûrxistin. Di sala 2011'an de ket Lîsteya Demborî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê û ser wê hat girtin. Arkeolog Ozlem Ekinbaş a li Xerabreşkê di kolandinan de cih girt, anî ziman ku ji bo Xerabreşkê qîmeteke baş nehatiye nîşandan. Ekinbaş, diyar kir ku piştî mirina Schmîdt hevjîna wî Arkeolog Çigdem Koksal ji bo di kolandinê de cih bigire dubare serlêdan kiriye, lê ji xebatan hatiye dûrxistin. Ekinbaş, anî ziman ku li ser vê Çigdem Koksal Schmîdt dev ji her tiştî berdaye û wiha axivî: "Mecbûr ma ji xebatan dûr bikeve. Heke qîmeteke baş ji bo xebatên li Xerabreşkê bihatan dayîn, dê ev muamele ji Çigdem Xanimê re rewa nehatanan dîtin."

EW KIRIN HEDEF

Ekinbaş, anî ziman ku di belefîlma "Împaratoriya Av, Agir û Keviran" a bi piştevaniya Walîtiya Amed, TRT û Wezareta Pêşveçûyînê di bin navê pêşnûmaya "Danasîna Mîrateya Çandî ya Amedê" de hat amadekirin de hatiye derpêşkirin ku Gobeklitepe pûtên ku Hz. Îbrahîm ew şikandine. Ekinbaş, diyar kir ku di belgefîlmê de kevirekî bi awayî T wek pût hatiye nîşandan û wiha domand: "Di belgefîlmê de bi gotinên vebijêr ên wek 'Kî dikare ji me re bibêje pûtên ku Hz. Îbrahîm li Xerabreşkê şikandine ji aliyê bavê wî Aser ve nehatine çêkirin? An jî em dikarin bibêjin ku pûtên Hz. Îbrahîm ew şikandine ne Xerabreşkê ye?' Xerabreşkê Gobeklîtaş hedef hatiye girtin. Dîsa çend roj berê me ji qenaleke dewletê temaşe kir ku dewlet Xerabreşkê ji DAIŞ'ê re wek hedef nîşan dide. Ji weşanê hat rakirin, lê ji dêvla bi pêşnûmayên mezin pêşkeşî kapîtalîstan bê kirin, heke li gor ruhê xwe bi planên zanistiyî û parastina civakiyş bê pêşxistin da baştir bibe."

OCALAN: TOTEM PAŞNAVÊ QEBÎLEYÊ YE

Ekinbaş, pêşniyara serokê kolandinê Klaus Schmîdt ê di sala 2014'an de jiyana xwe ji dest da ya "Xwe ji şîroveyên ezoterîk dûr bixin" bi bîr xist û gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln ê der barê Xerabreşkê û Motîfên wê de ku di parêznameya xwe ya 5'rmîn de diyar kiribûn bi bîr xist. Ekinbaş van gotinên Ocalan ên der abrê perestgehê de bi bîr xist: "Serdema Neolîtîkê, serdema herî bihişmet a qebîleyê ye. Her qebîle bi totemekê tê temsîlkirin. Totem, navê qebîleyê yê nasnameyê ye. Mirov dikare bibêje ku totem paşnavê qebîleyê ye, yanî em bi vê awayên ewil ên hişmendiya qebîleyê dinasin. Çawa ku netew-dewletên îroyîn bi alayan xw etemsîl dikin, nasnameyekê ji xw ere diyar dikin; yekîneyên qebîleyan jî bi toteman tên îfadekirin. Li gor hejmara alayên NY'yê çawa ku dewlet tên temsîlkirin; totemên li navendên perestgehên olî jî qebîleyên hêzdar û navdar ên serdemê temsîl dikin. Ferqa di navberê de, ne di cewherê de ye di mezinahiya hecma wê de ye. Em dizanin taybetmendiyeke tabûyî ya toteman heye. Perestîşkirina toteman, tê wateya ku qebûle xwe pîrozwer dikin, bi vî awayî xwegihandina xwesteka wan a jiyaneke dû dirêj îfade dike. Jiyana piştî mirinê, encama girêdana yên beriya xwe ye. Hebûna wan girêdyaî wan e. Rêza wan, girêdana wan, wan ber bi baweriya jiyaneke heta hetayê ve dibe."

ÇIMA PÊDIVIYA MIROVAHIYÊ BI GOBEKLÎTEPEYÊ HEYE?

Ekinbaş qenaeta 'Jiyana bicihbûyî bi perestgehan dest pê kir?' rave kir û wiha got: "Civateke ku nêçirvanî û berhevkariyê dike, li gor mercên jiyana koçberiyê dijî. Civat an jî civakên koçber, dibe ku xwedî kevneşopiya definkirina miriyan bin. Dikare vana li gor hin rîtuelan çêbike, lê li gor awayên jiyana xwe. Mînak, heke jiyaneke we ya koçberî hebe, pir zehmet e ku hûn mîmariyeke dewasa çêbikin. Em vê dibînin; bermayiyên bi dest ketine bi awayekî aşkere jiyaneke nêçirvaniyê-berhevkariyê nîşan dide, lê pêdiviya çêkirina mîmariyeke wisa dewsa ji ku derket? Yek ji wan pirsên têkildarî Xerabreşkê divê ev be. Kîjan hêz an jî pergala ramanê pêdiviya mîmariyeke wisa li mirovan peyda kir. A rast Xerabreşkê di vî warî de em hinekî tengijandin."

Arjîn Dîlek Oncel -dihaber