Ji bo biçin gundê xwe bi rojan e di nobetê de ne

MÊRDÎN - Şêniyên gundê Xerabê Bava yên ku destûr nayê dayîn biçin gundê xwe diyar kirin ku ew gelekî mereqa xizmên xwe yên di gund de ne dikin.

Şêniyên gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku 15 rojin di bin dorpêçê de ye dixwazin biçin gundê xwe. Lê ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin. Gundiyan diyar kir ku 15 rojin ji gelek xizmên xwe agahî nagirin û ew xizmên xwe yên li gund asê mane mereq dikin. Jina bi navê Behiye Dogan a ku ji gund e û ji ber qedexeyê nikare biçe gundê xwe got ku êvara qedexe were îlankirin ew û diya xwe ji ber ku negehiştine minubîsa gund li Nisêbinê mane.

LEŞKERAN HENEKÊN XWE BI ME KIRIN

Behiye Dogan, diyar kir ku piştî qedexe hatiye îlankirin 4 rojan leşkeran bi ser mala wan de girtiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema bi ser mala me de girtine bi îşkenceyê birayê min xistine bin çavan û mala me hemû serobino kirine. Jinbira min nexweş e û dema bi ser malê de digirin rewşa wê xerabtir dibe. Em bi ambûlansê çûn gund û me ew derxist. Heya ku me jinbira min derxist gelekî zorî dan me. Leşkerên ku li gund bûn henekên xwe bi me dikirin û digotin, 'hûn çima nayên gund' Min ji wan re got hûn destûra nadin û van gitonan dibêjin. Qey em ê ji wan bitirsin."

EM GELEKÎ MERAQA WAN DIKIN

Behiye Dogan, herî dawî anî ziman ew mereqa xizmên xwe yên li gund dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xwîşka min û zarokên xwe li gund in. Her wiha keça birayê min ê hatiye binçavkirin jî bi tena xwe li malê ye. Ji ber ku telefona wan tuneye em gelekî meraqa wan dikin. Sewalên me li gund in û tu kes nikare lê binêre. Em hewl didin biçin gundê xwe lê leşker destûrê nadin."

EV 7 ROJ IN MIN BI HEVSERÊ XWE RE NEAXIVÎ

Dayîka bi navê Delal. Dogan, jî da zanîn ev roj in agahî ji hevserê xwe yê extiyar negirtiye û wiha axivî: "Malek me li Nisêbînê ye û yek li gund e . Hevserê min ê kal bi tena serê xwe li malê ye. 7 roj in me tu agahî jê nestendiye. Herî dawî beriya 7 rojan ez pêre axivîm. Telefona wî leşkeran biriye an jî tiştek din pê hatiye ez nizanim. Dema herî dawî min pêre axivî ji min re got leşkeran gelek caran bi ser mala me de girtiye."

EV AXA ME YE

Delal Dogan, bi lêv kir ku wê ji gundiyan xwestiye biçe li hevserê wê binêrin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rojeke ku leşker hepkî ji gund vekişiyayîn min ji gundiyan re got ka li hevserê min binêrin dijî an na. Gotin baş e lê min hê pêre neaxaftiye. Ev axa me, gundê me ye. Xwedê vê zilma li me dikin qebûk neke."