COLEMÊRG - Metin Buldan, bavê Serhat Bûldan ê 15 salî yê li Geverê tevî 3 kesan ji ber gulebarandina wesayitan zirxî jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku ew dev ji doza xwe bernadin û wiha got: "Li Kurdîstanê êdî mirina zarokan veguheriye rewşeke rûtîn. Di doza mirina 4 kesan de ji bilî polîsekî tu sûcdar nehatine girtin."
Li navçeya Gevera Colemêrgê, di 8'ê Cotmehê de li ser Kolana Cengîz Topel wesayitan zirxî hawirdor gulebaran kiribûn û di encama vê gulebaranê de welatiyên bi navê Serhat Bûldan, Rahmî Safhali, Necdet Îşsozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dan û 2 kesan jî brîndar bûbûn. Piştî ku li ser bûyerê 4 mehan derbasbû îdianameya ku ji aliyê dozgeriyê hat amadekirin şandin Dadgeha Cezayê Giran a Geverê. Dê doz di meha Nîsanê de bê dîtin, lê heta niha ji bilî polîsekî pêvtir tu kes nayê darizandin. Malbatan bertek nîşanî îdianameyê dan û gotin ku, wesayitên zirxî mirinê direşînên hawirdorê û li kolanan hîn jî talûke berdewam dike.
Bavê Serhat Bûldan ê 15 salî yê ku dema ji dibistanê dihat malê hat qetilkirin, Metîn Bûldan diyar kir ku dema lawê wi ji dibistanê vegeriyaye hevalên wî yê li kargeha mobîlyayê gazî wî kirine û wiha berdewam kir: "Lawê min dema ku li cem hevalên xwe çay vedixwar bi guleyek ku li serê wî ket hat qetilkirin. Zarok yan dema ku diçin nan bistînin an jî dema ku ji dibistanê vedigerin, tên qetilkirin. Van zarokan çi bi we kiriye, çima hûn van qetil dikin."
DEWLET HETA NIHA CEZA DAYE KÎJAN POLÎSÎ!
Bûldan, diyar kir ku piştî 6 kes hatin gulebarankirin, dema ew çûne nexweşxaneyê rastî êrîşa polîsan hatine û wiha domand: "Yên ku 4 kes qetilkirin dibêjin çek xerabûye. Heke ku wisa be, wê demê çima du gule li serî, dudo jî li qefesa wan dikeve. Min jî leşkerî kiriye, tu leşker bi wesayitên xerabe dernakeve peywirê. Li Gevera ku ji bo wan cihê tirsê ye qet dernakevin. Bi zanebûn hatin qetilkirin. Wek kujerên din wê dewlet vî polîsî jî efû bike. Dewlet tu caran ceza nedaye polîsekî. Wê vî polîsî jî ji girtîgehê derxin û li cihekî din peywirdar bikin, ew ê li wê derê jî mîrovan qetil bike."
WESAYÎTÊN ZIRXÎ MIRINÊ DIREŞÎNIN
Bûldan, anî ziman ku ew dev ji doza xwe bernadin û wiha got: "Li Kurdîstanê mirina zarokan veguheriye rewşeke rûtin. Di doza mirina 4 kesan de ji bilî polîsekî pêvtir tu sûcdar nehatine girtin. Wesayitên zirxî mirinê direşînin. Li Mêrdînê zarokek 7 salî ji aliyê wesayitên zirxî ve hat qetilkirin. Ji ber wesayitên zirxî, gelê Gever nikarin derkevin derve. Li her derî bi sedan wesayitên zirxî hene. Dibe ku dîsa mîrovan qetil bikin."
Fethi Balman-dîhaber