AMED – Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hat qetilkirin di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de ji aliyê pîşesaz û malbata xwe ve tê bibîranîn. Hevalên Rohat Aktaş ên rojnameger, diyar kirin ku Rohat evîndarê rastî û heqîqetê bû û gotin ku kesayetek pir zîrek û serkeftî bû. Rojnamegeran got ku ew ê ala, pênûs, fotokêş û kameraya Rohat Aktaş li erdê nehêlin.
Mudûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûn de (KHK) hat girtin Rohat Aktaş, salek beriya niha di “Qedexeya derketina derve” de dema li Cizîra Botanê nûçe dişopandin yek ji wan sivîlên ku di "jêrzemînên wahşetê" de hat qetilkirin bû. Rojnameger Rohat Aktaş, di temenekî biçûk de bi belavkariya rojnameya Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê dike. Aktaş bi salan di karê belavkariyê de dixebite û piştî demek dirêj derbasî nûçegihaniya rojnameyê dibe û dest bi nûçegihaniyê dike. Piştî ku li gelek bajar û navçeyan xwerêveberî hatin îlankirin şûn ve, Aktaş jî ji bo nûçeyan bişopîne berî xwe dide Cizîrê û li wir ji bo rojnameyê nûçeyan çêdike û ji bo rastiyan raya giştî agahdar dike. Aktaş heta kêliya nefesa xwe ya dawî ji bo xebatên ragihandinê têdikoşe û herî dawî bi gelek sivîlan re di jêrzemînan de hat qetilkirin. Ji ber ku ku bi awayekî zelal nayê zanîn Rohat Aktaş kîjan rojê jiyana xwe ji dest daye, malbat roja definkirina cenazeyê kurê xwe ango 26’ê sibatê wek roja qetilkirina wî dide nîşandan. Di salvegera bîranînê de edîtorên rojnameya Rojeva Medya behsa serpêhatî û kesayetiya Rohat Aktaş kirin.
‘EVÎNDARÊ RASTÎ Û HEQÎQETÊ BÛ’
Yek ji edîtorên Rojnameya Rojeva Medya Ramazan Olçen diyar kir ku, ew di rojnameya Azadiya Welat de bi Rohat Aktaş re qasî salekî xebitiye û wiha got: “Hem Mudûrê Karê Nivîsan ê rojnameyê bû û hem jî nûçegihanekî zîrek bû. Ne dixwest li cihekî bisekine. Dema xwerêveberî hatin îlankirin, xwest ku biçe ji heremên qadên xweser nûçeyan ji bo rojnameyê amade bike û bi taybetî jî dixwest biçe Cizîrê nûçeyan bişopîne. Di dema qedexeyan de li Cizîrê bû. Heta roja ku agahiya şehadeta Rohat hat jî, lê ew li Cizîrê li dû rastiyan bû. Dema mirov behsa hevalên bi vî awayî dike mirov kelecan dibe. Ji ber ku di temenekî wisa biçûk de evîndariya ji bo rastî û heqîqetê û li dû heqîqetê di encamê de mirin jî hebe paş ve gav neavêvitin hem mirov hestewar dike û hem jî mirov pê serbilind dibe.”
‘HEMAN FERASETÊ APÊ MÛSA Û ROHAT QETIL KIRIN’
Olçen, biryara Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ya ku hemû sivîlên ku di jêrzemînên wahşetê de hatin qetilkirin wek “terorîst” da îlankirin û wê qetliamê rewa dît bibîr xist û wiha berdewam kir: “Yek ji wan kesên ku heta kêliya dawî jî li hember daxuyaniyên derew ala rastiyan bilind kir jî Rohat Aktaş bû. Rohat Aktaş ne ‘terorîst’ bû ew rojnameger bû. Lê tabî di çavên rayedarên dewleta tirk de, em dizanin ku hemû kurd ‘terorîst' in. Rojnameya Azadiya Welat ku mîrateya Apê Musayan bû û Apê Musa bi xwe jî heya dawiya emrê xwe li hember derewan têkoşiya. Lê Apê Mûsa ji ber rastî vegotin û nivîsandin ji aliyê ‘dewleta kûr ve’ hat qetilkirin. Rohat jî ji aliyê hêzên dewletê û heman ferasetê ve hat qetilkirin. Hikûmeta AKP’ê rabû wan kesên qetliamkar di bin navê FETO de girt, lê ji bo Rohat pirsek jî arasteyî wan nake. Ji ber ku di çavê wan de qetilkirina Rohat û hevalên wî huqûqî ye, di çavê wan de ‘terorîst' e. Heta ku rastî bi ser nekeve sed mixabin wê ev gotina terorîzmê ya li ser kurdan ew ê tim di devê rayedarên dewletê de wekî benîşt were cûtin. Lê me jî soz daye Rohat û hemû hevalên xwe yên cangorî ku tu carî wan dev ji rastiyan bernedan û di wê oxirê de jiyana xwe ji dest dan, em ê jî hewl bidin ku bibin layîqê soza Rohat.”
‘PÊNÛSA ROHAT LI ERDÊ NAMÎNE’
Olçen, dest nîşan kir ku pêwîste hevalê wan Rohat neyê jibîrkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku îro şûna Rohat tije dikin gelek hene. Li gel ew qas zext û pêkûtiyan jî pênûs, fotokêş û kameraya ku Rohat danî îro ji aliyê bi dehan rojnamegerên kurd ve hatiye rakirin. Ji bo ku ew soz li erdê nemîne. Ji bo ku rastî di bin tarîtiyê de nemîne di wê oxirê de meşek jî berdewam dike. Bi van hestan em Rohat bi bîr tinin.”
‘TÎRÊJÊN SERKEFTINÊ XWE JÊ DIDAN DER’
Yek ji edîtorê din ê Rojnameya Rojeva Medya Zeynel Abidîn Bulut jî wiha behsa Rohat Aktaş kir: “Hevalê me Rohat Aktaş, hevalek ciwan bû. Dema hat me di rojnameyê de dest bi xebatê kir, ew kelecan û hêza wî ya refleksa rojnamegeriyê xwe di roja ewil de da der. Hevalek gelek kedkar û bi coş bû. Her tim dixwest ku xebatek bi hêz bike. Mirov di çavê wî de tîrêjên serkeftinê didît. Lê dema hevalê Rohat di destpêkê de hat rojnameyê ji min re got ‘Ez naxwazim di saziyê de li ser maseyê bixebitim. Ez naxwazim di nav çar dîwaran de xebatên rojnamegeriyê bikim.’ Wî her tim dixwest di nav xebateke çalak û di nava civakê de nûçeyan çêbike. Piştî dest bi kar kir demek şûn ve li qadên xweser xebata rojnamegeriyê da meşandin. Heta roja xwe ya dawî jî karek serkeftî bi rê ve bir. Rohat di dema herî dijwar û êrîşên li ser rojnamegeran ku derketin asta herî jor jî li qadan bû. Her tim di nav gel de bû û nûçeyên herî baş çêdikir. Rohat di encama şopandina nûçeyan û xebata rojnamegeriyê de û ji bo bibe dengê vî gelî û êrîşên li ser gel ragihîne li Cizîrê ji milê xwe bi sivîkî birîndar bûbû. Li gel wê birîna xwe jî di jêrzemînên wahşetê de heta dawiya emrê xwe jî berxwedanek bêhempa da nîşandan.”
Bulut, anî ziman ku serkeftin û kesayetiya Rohat Aktaş bala her kesî dida ser xwe û wiha got: “Di salvegera şahedeta Rohat de em jî wek şopdarên wî dê vê têkoşîn û xebatê bidin meşandin. Ew ala ku Rohat ji me re hiştiye em ê jî heta dawiyê bi awayekî serkeftî hewl bidin ku bibin layiqê wê têkoşîna wî.”
Bîlal Guldem - dîhaber