Wê careke din vegerin gundê xwe yê hat xerakirin

ŞIRNEX - Gundiyên gundê Kanîrûrgê ji bo carek din gundê xwe ji nû ve ava bikin, li gund dest bi çandina dar û rezan kirin. Gundiyan dan zanîn ku piştî darên wan çêbûn ew ê careke din vegerin gundê xwe yê salên 90'î ji aliyê leşkeran ve hatiye xerabkirin.

Di navbera salên1980- 90'î de hêzên dewletê di bin navê operasyonên leşkerî de li derdora Şirnexê bi sedan gund şewitandin û xirabkirin. Yek ji wan gundan jî gundê Kanîrûrgê yê giridayî navçeya Cizîra Şirnexê ye. Kanîrûrgê di sala 1994'an de ji aliyê leşkerên tirk ve hat şewitandin. Wê demê nêzî 50 malbatên li gund dijiyan, bi darê zorê ji gund hatin derxistin. Gundî ji ber zilm û zordariyê neçar man û berê xwe dan Cizîra Botan. Gundî bi salan e li bajêr li hemberî zextên dewletê ber xwe didin. Gundî ji bo carek din gundê xwe ji nû ve ava bikin, 2 sal in çandiniyê li gund dikin. Lê di nava wan her 2 salan de mêwên tirî yên ku hatin çandin havîna borî carek din hatin şewitanidin.

QEREQOLA CENDERMEYAN AVA GUND QUT KIR

Li gel ku 21 sal in gund hatiye valekirin jî car caran gund tên şewitandin. Di heman demê de Qereqola Cendermeyan a Radyolukê ku 4 km ji gund dûr e û ava ji gund re dihat jî ji aliyê cendermeyan ve hatiye girtin û ji bo qerekolê diçe. Leşkerên ku perwerdeya çekê jî dikin her tim berê çeka xwe didin wî gundî û gund gulebaran dikin. Kanîrûrgiyan diyar kirin ku, li gundê wan gelek şînhî û darên fêkî hebûn. Lê niha dema mirov diçe gund tenê ax û kevir tên xuyakirin. Ev jî nişan dide ku ji ber gulebarana leşkeran hemû şinkahiya gund şewitiye.

JI BER ZEXTÊN DEWLETÊ KOÇÎ BAJÊR KIRIN


Malbata Ateş di sala 1994'an de ji ber zordariya dewletê koçî bajêr kirin. Piştî hesreta 21 salan malbata Ateş careke din dixwaze gundê xwe ji nû ve ava bikin. Ji bo avakirina gund malbatê bi germbûna hewayê dest bi kesaxtina mêwên tirî kirin. Alî Atêş (52) yê ku di ciwantiya xwe de ji ber zilm û zextên dewletê koçî bajêr kir got, dema ew ji gund koçber bûye ew ciwan bû û wiha axivî: "Di salên 90-92 rayedarên dewletê yên wê demê li bajarên kurdan OHAL îlan kirin û di bin navê OHAL'ê de dest bi operasyonên şewitandina gundan kirin. Êrîşê li hemberî gel jî roj bi rojê zêde bûn. Hêzên dewletê diçûn gundan û ji gundiyan re digotin yan hûn ê bibin cerdewan yan jî em ê we û gundên we bişewitînin. Gundiyên ku nexwestin bibin esîrê dewletê koçî bajaran kirin û dewletê jî gundên wan şewitandin."

LEŞKERAN GUND ŞEWITAND MALA ME XIRAB KIR

Ateş bal kişand ser zordariya wê demî û wiha axaftina xwe domand: "Wan salan zilm zêde bû. Nexweşî zehf bû. Gundî ji bo debara xwe bikin bi sewalkarî û cotkariyê ve eleqeder dibûn. Ji ber êrîşên dewletê me sala 94'an koçî Cizîrê kir. Ji ber ku her sal nexweşî zêde dibûn me nekarî carek din vegerin gund. Piştî ku em derketin bi darê zorê leşkeran gund şewitand û malên me xirab kirin. Sala 2012'an em her hefte dihatin gund û me çandinî dikir. Wê salê me mêwên tirî çandin. Piştî 2 salan mêwên tirî çêbûn."

JIYAN JIYANA GUNDAN E

Ateş, anî ziman ku ji ber qedexeya derketina derve ya 14'ê Kanûna 2015'an a li Cizîrê hatî îlankirin wan nekarî biçin gund û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çandiniya me li gund kirî baş bû. Tirî çêbû bû rez. Lê ji ber qedexeyan me ne karî biçin gund. Vê havîna çûyî jî ji aliyê hin kesan ve yan jî leşkeran ve rezên tirî hatin şewitandin. Niha jî ji bo ku em carek din gundê xwe ava bikin em mêwêm tirî dikesixînin. Jiyana bajêr nexweş e. Jiyan, jiyana gundan e. Em ê ji bo ku carek din xweşîtiya jiyana xwe bi dest bixin çandiniyê bikin. Ger derfetên me çêbin em ê dest bi avakirina xaniyên xwe jî bikin."

JI BO MÊWÊN TIRÎ BINÊ XWE BAŞ BIGIRIN DIKESIXÎNIN

Nemet Ateşê (50) ku 30 sal berê ji gund koçî Cizîrê kir û li Taxa Cûdî ya Cizîrê dijî warên bav û kalên xwe bi bîr xistin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev gund mîratê bav û kalên me ye. Ji bo ku em mîratê wan bidin jiyandin em tên li vir û dixebitin. Dema salên berê nexweşî çêbûn me koçî bajaran kirin. Çend sal berê jî me di nav malbatê de biryara vegerandina ser gundên xwe da. 2012'an de me li 6 donim erdî 200 mêwên tirî çandin. Çandina mêwan berhemê xwe dan û tîrî zehf bû. Niha ji bo carek din tirî baş çêbe hin ji me kesaxtinê dikin, hin jî dixepirînin. Ji ber ku şînkahî jî zêde nîne ew ê îsal baş çêbin."

JI BER ŞEWATÊ AX BÊ FÊDE BÛYE

Ateş, anî ziman ku ew ê avdana mêwan zehmet be û wiha domand: "Ava gundê me gelek bû, lê piştî kesek li gund nema qerekola cendermeyan av li ser gund qut kir û av ji xwe re bir. Gelek caran me ji wan re jî got em ê werin ser gundê xwe divê hûn ava gund berdin. Wan jî şertê ger ku hûn werin gund em ê ava we berdin. Em jî ji bo ava xwe ji leşkeran bigirin ditêkoşin. Ji ber ku ew erd gelek caran hatiye şewitandin ax gelek qels bûye."

HEWAYA GUNDAN NE WEK YA BAJARAN E

Ateş, da zanîn ku her gundek eserek jiyana mirov e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her gundê ku bav û kalên me tê de jiyane divê em jî ji bo zarokên xwe bidin jiyandin. Her rojên şemî û yekşemê ez û birayên xwe ji bo kolandinê an jî xepirandina axê tên gund. Him em tên xebatê him jî seyranê. Hewaya gundan ne wek ya bajaran e. Bajar jiyana mirovan dixe nava qaliban. Divê her kesê ku bi salan e hesreta gundên xwe dijîn biçin gundan û gundên xwe ava bikin."

Zozan Fendîk - Dîhaber