Parêzerê Abdi Aykût: Ger li qereqolê bima dibe ku bimira

MÊRDÎN - Parêzerê Abdi Aykut, ku dîmenên wî yên dema rastî îşkenceyê hatibû di çapameniyê de derketibûn, Ridvan Alp diyar kir ku Aykut rastî îşkenceyê hatibî û bi wî awayî li qereqolê dima, lê ger wisa berdewam bikira wê jiyana xwe ji dest bidana. Keça Aykut, Şehrîban Aykut ku bi destûra dozgeriyê bavê xwe dît, da zanîn ku bavê wê bi zor û heft bela dikaribû biaxive û dema diaxivî rondik ji çavên wî dibariyan.

Abdi Aykut ê ku di 17'ê Sibatê de li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê destpêkê rastî îşkenceyê hatibû û pişt re hatibû binçavkirin, hîn jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Îşkenceya ku li Aykut hatiye kirin, bi wêneyan derketibû holê û rewşa Aykut ê li Beşa Cerahiya Plastîkî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê dermankirin di xetereyê de ye. Parêzerê Aykut, Ridvan Alp ku muwekîlê xwe ditiye diyar kir ku, dema Aykut anîne Nexweşxaneya Nisêbînê tenê ew pansûman kirine û careke din birine qereqolê. Alp wiha got: "Cara ewil min li Qereqola Cendermeyan a Nisêbînê Aykut dît. Rewşa wî gelekî xerab bû. Ger li wir bimana dê jiyana xwe ji dest bidana. Piştî hewldanên me ew rakirin nexweşxaneyê."

DI DOSYAYÊ DE BIRYARA NEPENIYÊ HEYE

Her çi qas Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu gotinên "Ew terorîst" ji Aykut re gotibe jî, Parêzer Alp diyar kir ku di dosyaya Aykut de biryara nepeniyê heye û piştî dema binçavkirinê ya 14 rojan biqede ew ê der barê dosyaya Aykut de agahiyan wergirin.

DESTÛRÊ NADIN KU HEVSERÊ XWE BIBÎNIM

Hevsera Aykut, Vetha Aykut a ku ji bo bikaribe biçe gundê xwe çend roj in li hember astengkirina leşkeran di nobetê de ye jî diyar kir ku destûr nayê dayîn ku ew hevserê xwe bibîne û wiha axivî: "Roja bûyer qewimî em ne li malê bûn. Me digot xwezla em li mal bûna û me zanibana ka sax e yan mirî ye. Dema rojên destpêkê em diçûn û me dipirsî digotin, 'Kesek bi vî navî li cem me tune ye'. Em ditirsiyan ku di bin çavan de winda bikin. Ji xwe ewil jî nexweş bû niha anîne çi halî em nizanin. Ev bi rojan e em hewl didin biçin gund, lê destûrê nadin. Dibêjin xaniyê me hatiye şewitandin û hilweşandin. Heywanên me li gund in û nikarim ji bo yî wan tiştekî jî bikim."

BAVÊ MIN BI ZORÊ DIAXIVE

Keça Abdi Aykut, Şehrîban Aykut a ku duh bi destûra dozgeriyê bavê xwe dît, got dema ew ketiye hundir telefona wê hatiye desteserkirin û wiha domand: "Bavê min bi zorê diaxivî. Gelek tişt nayên bîra wî. Ne di wê rewşê de ye ku ji nexweşxaneyê bê derxistin. Êşa wî heye û birîna wî gelekî xeder bû. Li rûyê wî gelek birîn hene."

DESTÛR NEDAN KU SEROKÊ ODEYA BIJÎŞKAN AYKUT BIBÎNE

Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Zeki Uzun da zanîn ku, li ser hemû hewldanên wan destûr nehat dayîn ku ew Aykut bibînin û wiha axivî: "Dema keça Aykut serî li odeya me da, destpêkê ez çûm beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Lê ne li wir bû. Hema bêje ez li hemû beşên nexweşxaneyê geriyam. Herî dawî ez çûm beşa ku Aykut lê ye. Dema min xwest ez biçim bibînim leşkeran derdora min girt û gotin kê tu şandiye vir. Min got keça wî serî li odeya me daye. Lê dîsa jî destûr nedan min.

Uzun, der barê rewşa Aykut de jî ev agahî dan: "Li gor agahiya min stendiye, di valehiya singa wî de xwîn kom bûye. Her wiha ji ber travmayê tedawiya Hemotorax lê tê kirin. Yanê bi tupê xwîna wî ya kom bûye digirin."

Aynûr Înedî - dihaber