MUGLA - Koma Alîgir a Çarşi diyar kir ku zarok li kolanan bikaribin bi awayekî azad futbolê bilîzin divê hemû kes di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha gotin: "Em ê karta sor nîşanî yek zilam bidin û bibêjin na."
Koma Alîgir a Çarşi referanduma dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê nirxand diyar kirin ku ew ê li hemberî rejîma yek zilam bi karta sor ve bibêjin "Na". Ji Koma Çarşi Hayrî Sucu diyar kir ku ew li dijî futbola enrustriyel in bi yek zilam ve naxwazin bifikirin ku dê rewşa futbolê çawa be. Sucu destnîşna kir ku piştî Berxwedana Geziyê di dadgehê de bersva kesên ku ji wan re gotina "xayînê welat" bi kar anîbûn dane û dê di referandûmê de jî bersivê bidin, Koma Alîgir a Çarşi li dijî hemû gavên ku li hemberî feraseta mirovan a azadî û demokrasiyê tên avêtin in.
'EM Ê BIBÊJIN YEK ZILAM OFSAYT E NA!'
Sucu got ku mirov tên kuştin, dizî tê kirin û bêexlaqî gelekî zêde bûye ji ber vê yekê ew li hemberî van tiştan nikarin xemsar nêzîk bibin û wiha berdewam kir: "Divê zarokên vî welatî li hemberî dîktatoriya yek zilam bin. Ji ber vê yekê em bi awayekî zelal û teqez dibêjin 'Na'." Sucu da zanîn ku piştî ku rayeya feshkirina meclîsê bidin yek zilamî dê musabaqayên futbolê jî bi awayekî rehet bên kirîn û wiha pêde çû: "Di futbolê de divê edalet hebe. Hestekî hevpar a ku mirovan tîne cem hev e. Di yek zilam û dîktatoriyê de hestên hevpar tuneye. Di futbolê de bi dîktatoriyê re edalet namîne. Hatina dîktatoriyê dê bibe dawiya futbolê. Ji ber vê yekê yek zilam ofsayt e."
'BI ERÊ SEHAYÊN KESK DÊ BIBIN QADÊN PARKAN ÊN TOMA'YAN'
Sucu da zanîn ku ew ê li stadan bi dengekî herî bilind li dijî dîktatoriyê qîr bikin û niha bi hemû komên alîgir re li ser "Na" nîqaş dikin ew ê di vî pêvajoyê de "Na" rêxistin bikin. Sucu got ku di dema Berxwedana Geziyê de ji bo biratiya hemû rengan pêk bînin bi formayên hemû komên alîgir re derketine pêşberi TAMA'yan û wiha axivî: "Ji ber vê yekê em careke din dibêjin. Ger ku hûn di referandûmê de li hemberî dîktatoriyê dernekevin dê êdî tiştekî ku em li hember derkevin nemîne. Ev rawestgeha dawî ye, em li dijî dîktatoriyê biratiya rengan diparêzin. Ger ku em li dijî dîktatoriyê dernekvin seha jî dê nemînin. Dê bibin parkên TOMA û wesayîtên zirşî. Em ê nehêlin ew stadan tarî bikin."
'ÊRÎŞÊN LI DIJÎ AMEDSPOR Û DERSIMSPORÊ SEDEMA ME YA NA YE'
Ji Koma Alîgir a Çarxi Ferhat Onal jî anî ziman ku dema li kolanan futbolê dilîzin dibin hem hakem hem jî lîstîkvan bi vî rengî edaletê pêk tînin. Onal wiha berdewam kir: "Bi qanûna bingehîn a nû ve li stadan dê mirovan yên ku dibêjin 'Na' û yên ku dibêjin 'Erê' bendbendî bikin. Me ev yek beriya dengdayîna qanûna bingehîn êrîşên li hemberî alîgir û rêveberên Amedspor û Dersimsporê de dît. Em li dijî nijadperestiyê ne. Ji ber vê yekê ne alîgirê qesr, alîgirê gel in. Êrîşên li dijî Amedspor û Dersimsporê ji bo me sedema 'Na' ye." Onal destnîşan kir ku heta niha li hemberî hemû qadan mudaxale çêbûye û wiha got: "Dê li dijî futbolê jî mudaxale hebe. Bila hemû kes ji bo zarokên wan li kolanan bi awayekî azad futbolê bilîzin bibêjin na."
'ŞÎKE Û KUMPAS JI BO ME SEDEMA NA YE'
Kamuran Soyturk jî anî ziman ku futbol bi şîke û kumpasên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin tijî ye û wiha berdewam kir: "Ji ber ku em li dijî van şîke û kumpasat derdikevin em ê bibêjin 'Na'. Kesê ku ji gelê xwe bitirse nikare bibe serokê min. Dema ku stadan vedikin bi tena serê xwe merasîmên taybet tê kirin lê ew der cihê gel e divê hemû kes li wir bin. Ev hemû ji bo me sedema 'Na' ye. Bi rejîma yek zilam ve tu kes êdî nikare li hemberî şaşîtiyên di futbolê de dengê xwe derxîne." Soyturk got ku ger ku spar bimire dê mirovahî bimire û ji ber vê yekê divê hemû kes dengên "Na" bi kar bînin.
Soyturk destnîşan kir ku komên alîgiran bi polîs û copan ve tê xwestin bên tirsandin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Çawa em di Geziyê de netirsiyan niha jî em ê netirsin û bibêjin 'Na'. Di sîstema niha de min deq dikin û ez diçim maçê. Alîgirên esasî naçin, alîgirên ku qet naqîrîn, ditirsin digihînin. Di sîstema niha de bi Pasolini ve mirovan deq dikin. Ma hûn çima vî bi mirovan dikin. Dixwazin sîstema yek zilam bidin rûniştandin kesek li gorî vê tevnagere. Dema ku gol tê avêtin û ez kêfxweş dibim ji qatê herî jor dikarin dakevin qatî herî jêr. Tu bi kesên din re vî kêfxweşiyê dijî. Lê bi şûna xwe rûniştinê futbol nabe. Ev hemû ji bo me sedema 'Na' ye. Ji ber vê yekê banga min ji bo komên alîgir bi 'Na' li dijî tarîtiyê meşaleyê pêxin."