MÊRDÎN - Şêniyên gundê Xeraba Bava yên ku 14 rojan di bin çavan de man û rastî îşkenceyê hatin diyar kirin ku leşkeran xwestiye ew sîxurtiyê bikin. Şukru Gurgun ê 14 rojan di bin çavan de ma got: "Ez kesekî 71 salî me nikarim li erdê razêm. 12 rojan ez li ser betona weke cemedê mam. Ji me re got bibin sîxur em ê we berdin."
Ji welatiyên gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku 15 roj in di bin dorpêça leşkeran de ye 23 welatiyên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin duh hatin berdan. Welatiyên ku hatine berdan diyar kirin ku ew ne ji ber îşkenceya li wan hatiye kirin xemgîn dibin, ew ji ber tiştên li gundê wan pêk hatine xemgîn in û kesên ku zêde îşkence dîtine hê di bin çavan de tên girtin.
BI 4 HELÎKOPTERAN LEŞKER ANÎN GUND
Welatiyê bi navê Ebûbekîr Koçhan ê 60 salî dema leşkeran bi ser gund de girt destpêkê bi ser mala wî de girt û hatiye binçavkirin da zanin ku dema ku serdegirtin pêk hatî di nav gund de tu pevçûn pêk nehatiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji nişka ve bi elîkopteran leşker danîn nava gund. Bi 3-4 helîkopteran leşker danîn û dema serdegirtinên malan çêdibûn tu pevçûn pêk nehat. Di serdegirtinan de gelek îşkence li xizmen me kirin. Bi taybetî jî kesên ku hê di bin çavan de gelekî rastî îşkenceyê hatin. "
Ebubekir Koçhan, da zanîn ku dema hatiye binçavkirin di heman şevê de bi wesayîta zirxî ew anîne Nisêbînê û axaftina xwe wiha domand: "Ez xistim bin çavan û rast e rast ez anîme Nisêbînê. Di bin çavan de gelekî zorî didan me û pirsa, 'We çi dît, kî hat gund' ji me dikirin. Me tiştek nedîtibû û 14 rojan em belasebep man bin çavan de. Ez gelek caran atime binçavkirin û girtin lê min tişteke wek a niha nedîtiye."
10 SAETAN EM LI BER BERF Û BARANÊ HIŞTIN
Welatiyê 70 salî Abdullah Dogan tiştên ku jiyane li gel rondikên çavan wiha vegotin: "Ji ber temenê min îşkence bi min nekirin. Lê heqaret û xeberên wan ji îşkenceyê girantir bûn. Dema ku leşkeran bi ser mala de girt ez derxistim ber derî. Danê êvarî saet derdora 15.00'an bû di nav baranê de berf jî dibarî. Heya şev saet 00.30'an ez bi wî awayî hiştim ber deriyê malê."
Abdullah Dogan, da zanîn ku dema di bin çavan de bû ne ji bo xwe lê ji bo gund xemgîn dibû û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema ez di bin çavan de bûm li gund difikirîm. 4 zarok û hevsera min mabûn li gund. Sewalên me di axurê de bûn û haya min ji wan tuneye. Di salên 90'î de dema kesekî sûc bikira dihatin ew digirtin. Niha ji salên 90'î zêdetir zordariyê dikin."
ÎŞKENCE BI LAWIKÊ MIN KIRIN
Kalê 71 salî Azîz Gurgun, bi lêv kir ku leşkerên rûyê wan girtî dema bi ser mala wan de girtine mal serobino kirine û wiha axivî: "Ez û lawikê min xistin bin çavan. Dema ku lawikê min xistin bin çavan ew nîşanî min nedan. Lê dema îşkence lê digirin dengê wî dihat min. Di wê kêliyê de ez ketim erdê. Piştre em birin qereqolê. Ez niha hatim berdan lê lawikê min hê di bin çavan de ye."
GER HÛN SÎXURTIYÊ BIKIN EM Ê WE BERDIN
Azîz Gurgun, diyar kir ku dema di bin çavan de bûn 12 rojan li ser betona sar razaye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi awayekî rêk û pêk xwarin nedidan me. Ez kesek 71 salî me û nikarim li erdê rakevim. Lê 12 rojan ez li ser betona weke seqemê hiştim. Ji me re digotin, 'Ger hûn sîxurtiyê bikin em ê we berdin' Lê me got em tiştekî nizanin. Di dema Tûrgût Ozal de ji me ev yek nedît. Dema ez hatim binçavkirin nasmameya hevsera min jî li ser mase bû. Min got ka nasnameya hevsera min, gotin, 'her yeka din derxe'."
NANEK DIDAN 7 KESAN
Welatiyê bi navê Alî Gurgun ku ji bo serdana xizmekî xwe yê nexweş çûbû di mala xizmê xwe de hatibû binçavkirin got ku nanek didan 7 kesan û axaftina xwe wiha domand: "Ji serê gund heya dawiya gund li min xistin. 3 rojan ez mam li gund û van 3 rojan li min xistin. Ji min re digotin, 'tu terorîst î' û heqaret li min dikirin. Em 7 kes li cem hev bûn û tenê nanek didan me.
AXUR ŞEWITANDIN Û ÇÊLEKA MIN MIR
Alî Gurgun, diyar kir ku ew herî zêde betiye xema çêleka xwe ya ku hatiye şewitandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Axura me şewitandine û çêleka min jî di hundir de miriye. Niha li gund kî maye û miriye ez nizanim. Ne telefona me heye ne jî em dikarin biçin gund. 7 zarokên min û hevsersa min li gund û dest danîne ser telefonên hemûyan."
JIN Û ZAROK DERXISTIN Û LI MÊRAN XISTIN
Welatiyê bi navê Şukru Gurgun jî diyar kir ku dema leşkeran bi ser mala wan de girtiye jin û zarok hemû derxistine derve û wiha pêde çû: "Dema jin û zarok derxistin derve di hundir de li me xistin. Piştî îşkenceyê ez kirim bin çavan. Digotin hûn çima ji me re nabin alîkar. Çima hûn tiştên li gund diqewimin ji me re naragihînin."
REWŞA AYKÛT GELEKÎ NE BAŞ BÛ
Şukru Gurgun, da zanîn ku dema Abdî Aykût anîne cem wan rewşa wî gelekî ne baş bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema Abdî Aykût anîn cem rewşa wî ne baş bû. Me hemûyan ji bo ku wî bibin nexweşxaneyê deng derxist û piştre birin. Di salên 90'î de jî gund dişewitandin û sixurtî didan pêşiya gundiyan. Em li gund bi sewalkariyê debara xwe dikin û niha hemû sewalên me bê xwedî ne. Dibe ku hemû miribin jî. Hevsera min ji ber ku nexweş ketiye anîne Nisêbînê û herdu keçên min jî li cem cîranên me dimînin."
Nedim Oruç / Dicle Muftuoglu / Aynur Înedi - dîhaber