Qeyûmê Cizîrê peykerê Orhan Dogan xira kir

ŞIRNEX- Qeyûmê Cizîrê Ahmet Adanûr peykerê Orhan Doga bi kepçeyê xira kir û darên der û dorê rakirin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê qeyûm Ahmet Adanûr her roj li navçeyê bîranînên gel xira dike. Pekerê parlementerê DEP'ê Orhan Dogan û Kuleya Seatê yên sala 2011'an de ji aliyê Şarederiya DBP'ê ve hatibû çêkirin bi biryara qeyûm Adanûr hat xirakirin. Di sala 2011'an de peykerê Dogan Cizîriyan bi coşek mezin çikilandibû. Şarderiyê derdora peykerê Dogan gul û dar çandibûn. Îro polîsan derdora peker bi wesyîtên zirxî dorpêç kir û rê li tirafîqê girt. Piştî dorpêça polîsan bi kepçeyan darên derdora pekerê rakirin. Piştî hilkirina daran kepçeyên kar peykerê Orhan Dogan jî xira kir.

Hat hîn bûn ku ew dê li cihê peykerê Dogan qemereyên MOBESE bi cih bikin.