Ji Tirkên li Almanyayê kampanyaya ‘Na’

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Almanyayê 250 komeleyên ku di bin banê Civaka Tirk a Almayayê (ATT) de cih digirin, ji bo referanduma guhertinên qanûna bingehîn a dê di 16’ê Nîsanê de bê pêkanîn bê redkirin biryar dan ku kampanyaya ‘Na’ bidin destpêkirin.


Li Almanyayê 250 komeleyên ku di bin banê Civaka Tirk a Almayayê (ATT) de cih digirin, ji bo referandumê kampanyaya ‘Na’ dan destpêkirin. Derbarê mijarê de Serokê ATT’ê Gokay Sofuoglu daxuyaniyek da û diyar kir ku guhertinên qanûna bingehîn a ku Serokomar Recep Tayîp Erdogan dixwaze pêk bîne dê Tirkiyeyê ji nirxên demokrasiye dur bixe û wiha got: “Civaka Tirk a Ewropayê dê hemû hewldanên ji bo rejîma mirovekî red bike.”

Sofuoglu, di daxuyaniya ji bo rojnameyên Alman Heilbronner Stimme û Mannheimer Morgen dayîn de da zanîn k udi çarçoveya kampanyaya ‘Na’ de ew ê heta 9’ê Nîsanê li Almanyayê 400 şahiyan li darbixin.

Li gorî nûçeya Deutsche Welle Tirkî, Gokay Sofuoglu, bi lêv dike ku ew ê şahiyên ku dê hunermedên Tirk, karsaz û akademîsyen tevlî bibin li hemû bajarên Almanyayê pêk bînin, dê malên Tirkan ziyaret bikin, belavokan belav bikin û li ser tora civakî kampanyayan bidin meşandin.

Serokê ATT’ê Sofuoglu, bertek nîşanî gotina kesên dibêjin “Na” terorîstin da û wiha axivî: “Fikarên ku dê rageşiya siyasî ya li Tirkiyeyê bigihînin Almanyayê êdî ne di rojevê de ye ji ber ku hikûmeta Tirk ev rageşî xistiye nava civaka tirk a li Almanyayê.”

Li Almanyayê nêzî 1.4 milyon tirk dijîn. Hêjmara endamên ATT’ê 50 hezar zêdetire.