Li Licê leşkeran kesek kuşt yek jî birîndar kirin

AMED - Li Amedê piştî ku li 10 gundan qedexe hat îlankirin li gundê Herag a Licê ji ber gulebarana leşkeran kesekî jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû.

Walîtiya Amedê li 10 gundên Licê, Farqîn û Pasûrê ji ber operasyono leşkerî duh qedexeya derketina derve îlan kir. Bi qedexeyê re di çarçoveya operasyona ku hate destpêkirin de li gundê Herag a Licê ya cîranê gundên ku qedexe hatiye îlankirin e welatiyê bi navê Celal Gozen ê hate îdiakirin der barê wî de biryara lêgerînê heye ji ber gulebarana leşkeran jiyana xwe ji dest da. Li heman gundî welatiyê bi navê Mahfuz ê paşnavê wî nehat hînbûn jî birîndar bû.

Cenazeyê Celal Gozen û welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halîs Toprak a Licê û ji vir jî bi helîkoptera leşkerî ve birin Nexweşxaneya Lêkolîn û PErwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Malbata Gozen ê ji bo cenaze werbigirin serê sibehê hatin nexweşxaneyê mînaka xwînê dan.

Welatiyê birînar Mahfuz jî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin.