RIHA - Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu cilên xwe yên ku wekî "delîlê sûc" hatibû nîşanda li xwe kir û di danişîna yekemîn de bereat kir.
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu ya dema havseroka Wêranşarê bû ji ber cilên neteweyî der barê wê de doz hatibû vekirin îro bi cilên xwe yên "delîlê sûc" derket pêşberî dadgehê. Der barê Surucu de ji ber ku di bernameyeke meha adarê de cilên neteweyî li xwe kiribû ji aliyê 2'yemîn Dageha Cezaya Giran a Rihayê doz hatibû vekirin. Surucu îro cilê xwe yê "delîlê sûc" li xwe kir û bi vî rengî derket pêşberî dadgehê. SUrucu got ku ji ber reng û sterkên li ser cilê wê tê xwestin bê cezakirin.
DOZGER CEZA XWEST DADGER DA BEREATKIRIN
Surucu piştî ku ji dadgehê derket li ber avahiya HDP'ê daxuyanî da û diyar kir ku bûyera ku qewimiye trajî-komîk e, xeftanê aydî herêmê ye sûc dîtin tenê tişta ku li Tirkiyeyê bê dîtin e. Surucu wiha axivî: "Li herêmê kurd, ereb, suryan, êzîdî hemû jinên li herêmê dijîn di jiyana xwe ya rojane û rojên taybet de ev cilên ku li xwe dikin li Komara Tirkiyeyê bûye sûc. Dozger ceza xwest lê dadger da bereatkirin."
'EM Ê LI XWE BIKIN'
Surucu destnîşan kir ku jin ji ber rengên ku tercîh dikin nikarin bên darizandin û wiha axivî: "Ji ber cilên ku li xwe dikin, rastî lêpirsînê hatin, cezakirin hem tiştekî komîk e hem jî nîşan dide ku edaleta welat di çi halî de ye. Em van xeftanan di dawetan de li xwe dikin. Dayik û pîrên me li xwe dikin. Ev cilên jinan e. Ev li dijî çanda kurd êrîş e. Çanda me rûmeta me ye. Em ê li xwe bikin."