Ji girtîgeha ku Demîrtaş lê dimîne sirgûn

STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 62 girtiyên siyasî, bi fermana Wezîrê Dadê sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.

Gelek girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî lê dimîne sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. Wezîrê Dadê beriya rojekê biryar da ku 62 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan lê dimînin sirgûnî girtîgehên din ên cuda bên kirin. 62 girtiyên bi rîngan ji girtîgehê derxistin bi şêweyê konvoy ji bajar hatin derxistin û sirgûnî girtîgehên li bajarên din kirin.

Rayedar îdîa dikin sirgûn ji ber ku hêjmara girtiyan zêde ne tên kirin.