ŞIRNAK - Li Bajarê Şirnexê piştî qedexeya 8 mehan ku di 14'ê Adara 2016'an de Qedexeya Derketina Kolanan hatibû îlankirin bi dawî bû vegera bajar dest pê kir. Di ketina bajar de rêzên dirêj çêbû.
Piştî qedexeya li ser Şirnex rabû gel berê xwe da bajêr û di têketina bajêr de rêza karwanek mezin çêbû. Li Şirnex qedexeya derketina derve ya 14’ê adarê hatî îlankirin welatiyên ku ev 8 meh in ji bajêr hatine derxistin dest bi vegerê kirin. Him ji aliyê Cizîrê ve him jî ji aliyê Qilebanê ve dora wesayîtan çêbûye. Welatiyên ku dixwazin bikevin bajêr ewil di GBT’yê re derbas dibin, piştre jî di wesayîtên wan de lêgerîn pêk tê û bi wî awayî dikevin bajêr.