Gelê Wanê: Yuksekdag parlamentera dilê me ye

WAN - Bertekên li dijî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li herêma jê hatiye hilbijartin zêde dibin. Gelê Wanê bi gotina “ew parlamentera dilê me ye” xwedî li Yuksekdag derketin.

Bertekên gelê Wanê yê li dijî xistina parlamenteriya Heseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag mezin dibin. Hilbijêran diyar kir ku bi biryarê vîna wan tune hatiye hesibandin û dê di referandumê de bersiva ‘Na’ bidin.

‘BÊRÊZÎ LI DIJÎ HILBIJÊRAN HAT KIRIN’

Welatiyê bi navê Mustafa Karakoyun, da zanîn ku li dijî mafê hilbijêran bêrêzî hatiye kirin û wiha got: “Her kes dizane ku parlamentera me Fîgen Yuksekdag bi awayekî bêmafî hatiye girtin. Niha vîna me di girtîgehê de ye. Ev bêrêziya li dijî hilbijêrane. Di encamê de me deng da û parlamentera me bi dengê me hat hilbijartin. Em vê biryarê rast nabînin. Ger carekdin hilbijartin bê kirin em ê dîsan deng bidin. Ew biryara hatiye dayîn ji bo me ne girînge.”

Nevroz Gultepe anî ziman ku di hilbijartina beriya niha de deng daye HDP’ê û wiha pêde çû: “Em ni xistina parlamenteriya Yuksekdag pir xemgîn bûn. AKP’ê heta niha çi kiriye? Qeyûm tayînî şaredariyên me kir û parlamenterên me giritn. Xwedê vê qebûl nake.”

‘EW PARLAMENTERA DILÊ ME YE’

Aydin Karaman bi lêv kir ku dibe ku parlamenteriya Yuksekdag hatibe xistin lê ew parlamentera dile wane û wiha domand: “Xistina parlamenteriya Yuksekdag zilma li ser kurdane. Ne maf û ne jî hiqûqê nas dikin. Em xwedî li vîna xwe derdikevin. Em li pişt dengen me dayîne.”
Şukru Ateş destnîşan kir ku ya li Fîgen Yuksekdag hatiye kirin heqareta li dijî wane, wekî gel ew vê qebûl nakin û ew girtina parlamenteran jî qebûl nakin.

‘EZ JI BO YUKSEKDAG DIBÊJIM NA’

Esnafê bi navê ekrem Çakir, da xuyakirin ku divê parlamenter abi hilbijartinê hatiye bi hilbijartinê biçe û wiha got: “xistinsa parlamenteriya Yuksekdag şaştiye. Ew bi dengên me hat hilbijartin. Ger em jê heznekin em ê di hilbijartinek din de deng nedin. Divê em biryara vê bidin. Di encamê de seroka giştî ye têgîna ‘ez te digirim û dixim’ nayê qebûlkirin. Ji bo ev bûyer carekdin neyên jiyîn ez ê di referandumê de bêjim Na.”

‘CAREKDIN ÇÊNEBE NA’

Esnafê bi navê Vahap Altintaş da zanîn ku ew ê di referandumê de bersiv bidin û wiha pêde çû: “Dê ev zilma tê kirin rojekê bi dawî bibe. Dê siyasetmedarên me bigihijin azadiya xwe. Ji bo dîktatoriyê ezê di sindoqê de bêjim Na. Ji bo ev tişt carekdin çênebin ez ê bêjim Na.”

OHAL JI BO VÊ DERXISTIN

Welatiyê bi navê Ubeyt Bîlîr jî wiha axivî: “Di OHAL’ê de gel dibin zextan de ne. Parlamenterekê me ber didin yekê digirin. bi me re lîstîk dilîzin. Bi OHAL’ê bertekan diçewisînin. Kesên ku dengê xwe derdixe dikujin. Ji bo kesek dengê xwe dernexîne OHAL’ê ranakin. Dewlet ber bi dîktatoriyê ve diçe.”