Gundiyê Talatê: Dengê çekan, hilweşîn, binçavkirin û windahî hene

MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku li gundê Talatê yê ku piştî Xerabê Bava hat dorpêçkirin dengê çekan bilin dibe, hilweşîn berdewam dike, binçavkirin û windahî hene.

Piştî gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê gundên Talatê û Cibilgirav ên ku qedexeya derve lê hatin îlankirin ev 4 roje di bin dorpêça leşkeran de ye. Li gundê Talatê ku ketin û derketina wê qedexeye, telefon naxebitin û gundiyekê ku ji ber ewlehiyê ne xwest navê xwe bide tiştên tên jiyîn vegot.

‘ML TÊN HILWEŞANDIN’

Gundî da zanîn ku li gund dengê çekan bilind dibe û wiha got: “Gund du beşe serî û binî. Li serê gund leşker tune ne lê binê gund ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û mal tên hilweşandin. Vê sibê jî hilweşîn berdewam dikir. 3 kepçe malan xira dikin û heta niha 3-4 mal hatine xirakirin.”

‘EM XWE NAGIHÎNIN BINIYA GUND’

Gundî diyar kir ku tenê ji bo êm bidin sewalên xwedestûr didin wan ji mal derbikevin û wiha pêde çû: “Em xwe nagihînin binaya gund a ku xirakirina xaniya lê didome.”

BINÇAVKIRIN Û WINDAHÎ

Li aliyê din hat zanîn ku welatiyê bi navê Şahap Yalçin ê ku hatiye binçavkirin birine Qereqola Cendirmeyan a Nisêbînê, ne hat zanîn ku Necat Yildiz, Abdurrahman Oker û Mecit Gündüz birine kuderê. Ji parêzerên ku rewşa 3 kesên winda pirsin re bersiva “ne di bin çavan de ne” tê dayîn.