ÎHD: Pêdiviya Tirkiye bi aştiyê heye

ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, beşdarî vekirina Akademiya Mafên Mirovan a Şehmuz Aydin a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bû. Turkdogan, di merasimê de diyar kir ku pêdiviya Tirkiye ne bi Serokdewletiyê bi aştiyê heye.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmirê (ÎHD) ya Îzmirê bi merasimekê Akademiya Mafên Mirovan a Şehmuz Aydin vekir. Di merasima akademiyê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Akademiya Mafên Mirovan Husnu Ondul, hevsera parazvanê mafê mirovan Şehmuz Aydin û zarokên wî amade bûn. Nûnerê TÎHV'ê yê Îzmirê rêveberên HDP'ê û gelek welatî amade bûn. Di serî de Endamê Lijneya Navendî yê ÎHD'ê Mehmet Aker axivî û diyar kir ku Şehmuz Aydin, parasvanekî mafê mirovan bû û ji bo parastina mafê mirovan têdikoşiya.

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku gelek hevalên wan di têkoşîna parastina mafên mirovan de ji yana xwe ji dest da û wiha got: "Em dêkoşîna wan zindî bikin. Îro rêveberiya Tirkiye bi KHK'ê tê bi rêvebirin. Ev pêvajoya KHK'ê piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an dest pê kir. Niha pergala Serokdewletiyê bi awayekî fîîî xistine meriyetê. Ev ji Qanûna Bingehîn a salên 1980'e wêdetir e. Lê çi dibe bila bibe em dê ji bo mafên mirovan û aştiyê têbikoşin. Piştî hilbijartina 7'e Hezîranê li Tirkiye qedexeyaderketina kolanan hat îlankirin. Bi sedan mirov hatin kuştin. Kaos pêş ket. Niha li gundê Xerabê Bava qedexe didome. Me heyetek parazvanê mafê mirovan şand. Lê heyet nexistin gund. Di vê pêvajoya zor û kaos de divê zimanê aştiyê pêş bikeve. Pêdiviya Tirkiye ji Serokdewletiyê tune. Bi aştiyê heye. Li şûna em aştiyê bi axivin em serokdewletiyê di axivin. Di referandumê de çi derkeve bila derkeve divê em aştiyê pêş bixin. Pêdiviya Tirkiye bi aştiyê heye."

Keça Şehmuz Aydin Serap Demir jî axivî û diyar kir uk ew dê heta dawî têkoşîna bavê xwe berdewam bike. Piştre Hevsera Şehmuz Aydın Turkan Aydin û Hevserokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan bi hevre qurdeleya akademiyê birîn û akademî vekirin.