Ewil dadgehê 13 sal ceza birî piştre leşkeran ew kuşt

AMED - Li gundê Heragê yê navçeya Licê leşkeran li Celal Gozen gule reşandin û kuşt. Derket holê ku Gozen piştî li dadgehê hat darizandin û rastî 13 sal ceza hat, leşkeran piştre bi ser gund de girt û ew kuşt.


Duh Walîtiya Amedê li 10 gundên Licê, Farqîn û Pasûrê ji ber operasyono leşkerî qedexeya derketina derve îlan kir. Bi qedexeyê re di çarçoveya operasyona ku hate destpêkirin de li gundê Herag a Licê ya cîranê gundên ku qedexe hatiye îlankirin, welatî Celal Gozen di gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Li heman gundî welatiyê bi navê Mahfuz ê paşnavê wî nehat hînbûn jî birîndar bû. Cenazeyê Celal Gozen û welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halîs Toprak a Licê û ji vir jî bi helîkoptera leşkerî ve birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.
Hat zanîn ku Celal Gozen bavê 3 zarokan e û 35 salî ye. Gozen, duh li dadgeha Lîcê rûniştina doza wî hat dîtin. Dadgehê bi sûcdariya "Mirov birîndar kirine" û "Ketiye nava hewldana kuştina mirovan" 13 sal cezayê girtîgehê lê birî. Piştî ceza birî der barê wî de biryara lêgerînê hat dayîn.
Piştî biryara dadgehê 2 saet şûnde leşkeran bi ser gundê Heragê de girt û di gulebarana leşkeran de Gozen jiyana xwe ji dest da û Mahsum Budak jî birîndar bû.

Malbat ji bo cenazeyê Gozen bigirin çûn nexweşxaneyê û ji bo testa DNA xwîn dan. Piştî malbat cezazeyê Gozen bigirin dê bibin li gund defin bikin. Rawestîna malbata Gozen a li ber Nexweşxaneya Gazi Yaşargilê didomin. Budak ê birindar jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.