Yildirim: Soylu li îşkenceyê mikur hat

MÊRDÎN - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim ku di nava heyeta gundê Xerabê Bava de cih girt, diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu
mikur hatibû û Abdi Aykut rastî îşkenceyê hatiye û şêniyê gund e.

Qedexe û dorpêça li ser Gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê di roja 15'an de berdewam dike. Nobeta li ser rêya gund a ji bo dorpêç bi dawî bibe di roja 15'an de didome. Heyeta ku ji Hevseroka Giştî ya KCD'ê, Leyla Guven, Parlamenterên HDP'ê Îbrahim Ayhan, Îmam Taşçier û Leyla Birlik pêk dihat tevî Wekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim piştî li avahiya Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) a Nisêbînê daxuyanî dan xwestin biçin Gund. Lê heyet dîsa ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin.

Di daxuyaniya avahiya DBP'ê ya li Nisêbînê de Yildirim diyar kir ku ev gundekî dîrokî ye û bi dîroka xwe tê nasîn. Yildirim, da zanîn ku li gel vê yekê hikûmet diçe li şikeftên bin malan digere û wekî ku sitargeh nîşan dide."

Yildikim anî ziman ku hikûmet bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê dimeşîne û wiha got: "Pêkanînên derhiqûqî yên îro li Nisêbînê pêş dikevin li Lîcê û Farqînê jî berdewam dikin. Ev pêkanîna îro ji pêkanînên 1.5 salin de li Kurdistanê pêş dikevin ne cudatir e. Ger ku hikûmet dixwaze bi van zextên li ser civakê pêş dixe xwe bigîne pergala Serokdewletiyê xwe di xapîne. Ev zilma wan bêtir eniya aştî, demokrasî û berxwedanê mezin dike. Xizmeta tiştekî din nake. Yildirim, da zanîn ku dîsa ji bo biçin gund dê têkevin nava hewldanan û wiha got: "Îro ji kijan partî, saziyên sivîl ên civakî û rayedarên fermî dibe bila bibe yên dixwazin li gel me bên gund em bi wan re biçin gund û li gund lêkolîn bikin. Em dixwazin bi wan re biçin pêkanînên li gund bibînin.

Yildiim der barê helwesta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu a li îşkenceyê xwedî derket jî wiha got: “Dema me li meclîsê wêneyê Abdi Aykut ê rastî îşkenceyê hatiye nîşan da, têkildarî mijarê Soylu li Erzirdomê axivî mikur hat ku sûcî mirovahiyê pêk hatiye. Qebûl kir ku kesê rastî îşkenceyê hatiye welatiyê gund e. Tu rayedarên dewletê nikare li welatiyan îşkence bike.

ŞIKEFTÊN DÎROKÎ WEKÎ SPARTGEH NÎŞAN DAN


Yildirim, herî dawî anî ziman ku ji daxuyaniyê wan xuya dibe ku qet gund nas nakin û wiha got: "Ev gundekî dîrokî ye. Lê rayedarên hikûmetê şikeftên wekî gom tên bikar anîn wan wekî spartgeh nîşan dide. Dikevin nava gotinên nezan.

Heyet piştî daxuyaniyê hewl da biçe gund. Lê ji aliyê leşkeran ve hat asteng kirin.