Çalakiya xebatkarên TV 10 berdewam dike

STENBOL - Xebatkarên TV 10 a ku bi biryarnameya KHK’ê hatiye girtin, cara 21’emîn li Galatasarayê hatin cem hev û xwestin televizyona wan bê vekirin.

Xebatkarên TV 10 a ku bi biryarnameya KHK’ê hatiye girtin, ji bo televizyona wan bê vekirin cara 21’emîn li Galatasarayê hatin cem hev. Di daxuyaniya ku pankarta “Dengê elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin” û dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat berzkirin de nûnerên Komeleya Pîr Sultan abdal ên Kadikoy û Ataşehîrê jî amade bûn.

Rêvebirê TV 10 Huseyîn Kellecî li vir daxuyaniyek da û diyar kir ku kanal bi alîkariya welatiyên Elewî yên li Tirkiyeyê hatiye vekirin û wiha got: “bi riya TV 10 me çand, bawerî û jiyana Elewiyan bi gelên Tirkiyeyê dida nasîn. Em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê girseya li ber beytê semah girtin bi dirûşmeyan belav bûn.