AMED - Qedexeya derketina derve ya 3 navçeyên Amedê hate rakirin.
Walîtiya Amedê daxuyand ku "qedexeya derketina derve" ya li 10 gundên navçeyên Licê, Farqîn û Pasûrê yên Amedê hatibû îlankirin hate rakirin. Walîtiyê daxuyand ku qedexe saet di 15.30'an de bi dawî bûye.