Hevşaredarê Stewrê Alokmen hat binçavkirin

MÊRDÎN - Polîsan bi ser mala Hevşaredarê navçeya Stewrê ya Mêrdînê Mehmet Aydin Alokmen û 6 kesên din de girt. Polîsan Alokmen jî di nav de 5 kes binçav kirin.

Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Şaredariya Stewrê û gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina avahiya şaredariyê de, Şaredariya Navçeya Stewrê ya Mêrdînê dorpêç kirin û qedexe kir. Polîsan piştî bi ser avahiya Şaredariyê de girt ala tark bi eywana şaredariyê de daliqand. Polisan dora avahiya şaredariyê dorpêç kir û ketin û derketina şaredariyê qedexe kir. Polîsan di serdegirtina malan de Hevşaredarê Stewrê yê DBP’î Mehmet Aydin Alokmen jî di navde li 7 malan lêgerin kir. Di serdegirtina malan de Alokmen û 5 kesên din hatin binçavkirin. Hat zanîn ku der barê 2 kesên din de biryara lêgerînê heye.