Li Nisêbînê qeza: 7 kes birîndar bûn

MÊRDÎN - Li Nisêbînê 2 wesayît li hev qelipîn û di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn.

Li nêzî gundê Zorava yê naçeya Nisêbîn a Mêrdînê wesayîta girêdayî Şaredariya Nisêbînê ya bi plaqeya 47 NE 670 û wesayîta sivîl a bi plaqeya 33 DIC 57 li hev qelipîn. Hate hînbûn ku ji ber ku wesayîtan hevsengiya xwe winda kiriye li hev qelipîne û 2 xebatkarên Şaredariya Nisêbînê û 5 welatiyên di wesayîta din de birîndar bûne. Hate hînbûn ku welatiyên birîndar bûne bi alîkariya gundiyên derdorê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.