Endamê BHH'yê yê belavoka 'Na' belav dikir hat kêrkirin

STENBOL - Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, daxuyand ku endamekî wan ê belavoka "Na"yê belav dikir hatiye kêrkirin.

Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî (BHH), daxuyand ku endamekî wan ê li Stenbolê belavoka "Na" belav dikir hatiye kêrkirin. BHH di hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de daxuyand ku, belavokên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê hatine amadekirin, Stenbol jî di nav de li gelek deverên welat belavkirina wan didome.

Endamên BHH'ê yên li Umraniyeyê belavok belav dikirin, rastî êrîşa bi kêran a kesên nasnameya wan nediyar hatin. Hat ragihandin ku rewşa kesê birîndar baş e. BHH, têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku berê jî ew rastî gelek êrîşan hatine. BHH di daxuyaniya xwe de wiha got: "Berê jî çeteyan li Edeneyê, li Avcilarê jî êrîş kirin. Lê bersiva me her tim heman bersiv bû. 'Na'yeke xurtir, qelebalixtir, azadtir."