'Eger em bêjin 'Na' dê pergala heyî birûxe'

DÎLOK- Berdevkê Komeleya 78'an Celaletîn Can, diyar kir ku eger "Erê" derkeve dê pergala Sedam Huseyîn a yekesi serbikeve û wiha got: “Eger em bejin 'Na' dewleta dê derûniya gel rihet bibe. Dê rêyên huquqê li hemberî me vebin. Ew hêza ku wek nayê ruxandin tê dîtin dê biruxe.”

Şaxa Komeleya 78’an ya Dîlokê têkildarî referandumê panêlek li dar xist. Panêl li avahiya Komeleya Elewiyan a Dîlokê pêk hat. Di panêlê de pankarta “Ji bo komareke demokratik, jiyaneke hevpar Na” hat daliqandin. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Tugrol, rêveber û endamên HDP’ê, endam û rêveberên komeleya 78’an û gelek kes tevlî panêlê bûn.
Panêl bi rêzgirtinê dest pê kir, piştî wê jî sînevziyona li ser şoreşên cîhanê û bi taybetî jî yên li Tirkiye yê hat pêşandan.

Modetoriya panêlê Muslum Kiliç kir. Wek axaftvan Berdevkê 78’an ê Tirkiyeyê Celaletîn Can û ji berdevkên platforma jinan a mekazagonê Prz. Hulya Gulbahar tevlî panêlê bûn.

‘AKP HINEK GOTINAN DIGUHERÎNE Û GEL DIXAPÎNE’

Destpêkê Hulya Gulbahar axivî. Gulbahar wiha axivî: “Hinek kurd dibêjin cihê me di mekazagonê de nîne em boykot dikin. Ev tişt ne bi aqilane ye. Ev ji seroktiyê re gotina erê ye û alikariya bi Erdogan e. Bereksê wê bandora wê pir li pêşeroja kurdane û li hemberî wan bend avakirine. Hinek çepgir jî dibêjin em herdu mekazgona napejirînin. Ev pêvajo ne wek tu pêvajoyan e. Ji ber ku hemû pêvajoyên faşîzmê pêngavek ji ya niha ye û AKP berdewamiya wan pêvajoyan e.”Gulbahar anî ziman ku AKP dibêje dê Tirkiye yê bizivirînin dema Osmaniyan û wiha axivî: “AKP tiştên ji wan re baş ji Osmaniyan digre lê gelekan jî diguhere. AKP bi hinek gotinan dilîze û gel pê dixapîne.”

Piştî Gulbahar Celaletîn Can axivî û wiha got: “Di referandumê de AKP çewisandineke ku di astek eherî jor de pêk anî, MHP li cem AKP’ê cih girt, CHP muxalifitiyek baş nekir û her tişt ji HDP’ê re qedexeyê. Can anî ziman ku li gor anketên tên çêkirin 'Na' serketiye û wiha got: “Ji sedî 35’ê AKP’ê dibêje reîs zêde tişt dixwaze, lewma dibe nîvê wan bêjin 'Na', hinek boykot hinek jî bên nehlet û erê. Nêviyê MHP'Ê zêdetir dibêjin 'Na'."

‘BI NAYÊ DÊ HÊZA DIBÊJIN NAYÊ RUXANDIN BIRUXE’

Can, destnîşan kir ku eger 'Na' derbikeve ew ê bi sr kevin û eger 'Erê' derbikeve dê dê gelek tişt bi serê wan de bê û wiha domand: “Heta niha Erdogan bi tirsê dewletek yekzilami avakir. Di bin OHAL’ê de. 4-5 kes kom bûn dewlet bi rê ve birin. Qadroyek avakir û terzê Sedam Huseyin pêk anî. Me nikaribû bi awayekî baş li dijî OHAL'ê bertek nîşan bide. Eger em nebêjin 'Na' dê rejîma yekesî bibe fermî. Eger em bejin 'Na' dewleta heyî rabe û piskolojiya gel rihet bibe. Dê rêyên huquqê li hemberî me vebin. Ew heza ku wek nayê ruxandin tê dîtin dê biruxe.”

‘HÊZÊN NAVNETEWÎ NAXWAZIN ERDOGAN BI SERBIKEVE’

Can, anî ziman ku şansek wan heye ku hêzên derdor naxwazin Erdogan serbikeve û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku li gor coxrafyayê jî ev nepêkan. Lew Tirkiye pirek e kudi navbera parzemînan de ye.”