NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhana Rûdawê ya operasyona rizgarkirina Mûsilê dişopand, di teqînekê de jiyana xwe ji dest da.
Nûçegîhan Rûdawê rojnameger Şîfa Gerdî ya operasyona Mûsilê ya li dijî DAIŞ'ê dişopand, di dema şopandina nûçeyê de teqînek pêk hat û Gerdî jiyana xwe ji dest da.
Rûdawê bi daxuyaniyekê ragihand ku Gerdî jiyana xwe ji dest daye. di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê de, Şîfa Gerdî ya bernameya taybet "Focus Mûsil"ê pêşkeş dikir, wek nûçegîhana şer li eniyê geşedan dişopandin. Em sersaxiya malbata Şîfa Gerdî û çapemeniya Kurdistanê dikin û her wiha ji bo Yûnûs Mistefa yê birîndar jî şîfa xêrê dixwazin."