RIHA - Li Gundê Mezra yê Bîrecîka Rihayê di navbera malbata Akbaş û Begît de şer derket. Di şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.
Li gundê Mezra yê Bîrecîka Rihayê di navbera malbata Akbaş û Begît de niqaş derket. Piştî niqaşê rageşî zêde bû û malbatan çek bikar anîn. Di şerê çekdarî de ji malbata Akbaş Îbrahim Akbaş, Hatice Akbaş û ji malbata Begît jî Halil Begit jiyana xwe ji dest dan. Di şer de ji malbata Begît Îbrahim Begît û Muhittin Begît, ji malbata Aktaş jî Ahmet Akbaş û Yakup Akbaş birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê. Piştî bûyerê leşker çûn gund û lêkolîn kirin. 3 kesên jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê. Sedema şerê navbera malbatan fêrbûn.