MÊRSÎN - Mêrsîniyan, diyar kir ku ew ê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê di referandûmê de bibêjin "Na".
Li navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê, têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê me mîkrofon dirêjî gel kir. Li navçeya ku piranî jê dibêjin "Na", sedemên "Na"yê jî dûr û dirêj vegotin.
‘DI NA'YÊ DE RONAHIYEK HEYE'
Welatiyê bi navê Burak Akdogan, anî ziman ku ew ê di referandûmê de bibêje "Na" û got, madeyên guherandinê qet en zelal in. İnayet Olmez jî daxuyand ku ji bo welat teslîmî yekzilamî neyê kirin ew ê bibêje "Na". Olmez wiha axivî: "Birêz Serokomar dibêje, 'Li gor pergala parlementeriyê Serokomar tenê ji ber îxaneta welat dikare bê darizandin. Lê di vê pergalê de dê ji her cure sûcî bê darizandin.' Lê çima birêz Serokomar dawiya gotina xwe nayîne. Çend parlementer tesdîq bikin, dê bê darizandin. Çima vê nabêje. Heke îmzeya 400 parlementerî tune be, dê neyê darizandin. Xwazî kîjan sûcî dike bila bike."
‘PÊDIVIYA VÎ WELATÎ BI 'NA'YÊ HEYE'
Welatiyê bi navê Abuzer Çat jî wiha got: "Ji bo teslîmî yekzilamî neyê kirin pêdiviya vî welatî bi 'Na'yê heye." Tijen Altan, diyar kir ku ji bo "Erê" tu sedemek wan tune ye û ji ber vê ew ê bibêje "Na". Welatiyê bi navê Serhat Badiç jî ragihand ku ew ê ji bo welatekî azad bibêje "Na". Zekeriya Gezek ê temiya ku referandûm bi xêr be kir, anî ziman ku ji xwe edlaet qels e, ji bo bi temamî ji holê neyê rakirin ew ê bibêje "Na".
‘JI BO ZAROKÊN ME NEMIRIN 'NA''
Halise Altinkaynak a diyar kir ku ew kurd û wiha got: "Ji ber me dikujin, talan dikin, zarokên me dikujin ez ê bibêjim 'Na'." Nurcan Ozdemir jî anî ziman ku, ji bo leşkerên Tirkiyeyê li Sûriyeyê nemirin ew ê bibêje "Na". Mehmet Gunduz jî diyar kir ku ew bawer nake ku hilbijartinek an jî referandûmek çêdibe û wiha got: "Ji vê dîktatoriyê, ji vê zilmê re gotina 'Erê' ne wijdanî ye."
’DI 15 SALAN DE ÇI GUHERANDIN KU JI NIHA Û PÊV E BIGUHERÎNIN'
İsmail Atalamiş, anî ziman ku rejîma dixwazin bînin dîktatoriye û wiha axivî: "Heta niha tu tiştekî ku nekiribin tune ye. Dê ji niha û pêv e jî tu tiştekî nekin tune be. Tiştên dixwazin bikin dê tenê van tiştên kirine rewa bike. Hîtler digot, 'wan em hilbijartin ewçax mehkûmî mirinê ne.' Ev jî ji bo 'me hilbijartin ji ber vê dê bimirin, me hilbijartin ji ber vê dê bixebitin. Mecbûr in ji birçîna bimirin' vê referandûmê didin pêşberî me. Ji ber vê ez ê bibêjim 'Na'."
Ali Demir jî dest nîşan kir ku di 15 salên îktîdara AK Partiyê de tu tişt neguheriye û got, a rast ji vê re gotina 'Na' jî têr nake.