AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê dema ji bo şopandina nuçeyan çû Cizîrê û li Cizîrê di jêrzemînê de hat kuştin, di salvegera definkirina cenazeyê Aktaş de bi hinceta nehatiye îfadeyê biryara girtinê da.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku ji bo şopandina nûçeyan çû Cizîrê û di jêrzemînê de li gel 130 welatî hat kuştin, piştî kuştinê 4 meh şûnde doz vekir. Dozger, piştî doz vekir, bi hinceta Aktaş beşdarî îfadeyê nebûye jî der barê Aktaş de biryara girtinê da. Aktaş, dema li Cizêrê nûçe dişopand, ji ber êrîşan xwe avêt jêrzemîna avahiyekê. Tevî gelek kesên birîndar derbasî jêrzemînê malekê bû û di jêrzemînê de piştî 6'ê Sibata 2016'an agahî jê qut bû. Ji bo Aktaş û kesên birîndar rakin nexweşxaneyê li gel hemû serlêdan û hewldanan leşker û polîsên Cizîr dorpêç kiribûn destûr nedan. Ji bo xelaskirina Aktaş û birîndaran saziyên sivîl û saziyên rojnamegeran bang li rayedarên Tirkiye û DMME'ê kir û xwestin tedbîr bên girtin, lê tedbîr nehatin girtin. Di encama topbaranê de tevî Aktaş zêdeyî 130 kesan di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dan. Di encama testa DNA de derket holê ku Aktaş jî di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest daye û Cenazeyê wî li Saziya Tipa Edlî ya Deriyê Sînorê Xaburê ye.
Di 24'ê Sibata 2016’an de agahiyên nasnameya Aktaş diyar bû û terket holê ku li gel Aktaş Endamê Meclîsa DBP'ê Mehmet Yavuzel jî di henan jêrzemîne de jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê Aktaş û Yavuzel di 26'ê Sibata 2016’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi merasimekê hatin definkirin.
SALEK PIŞTÎ MERASIMA CENAZE DOZGER BIRYARA GIRTINA AKTAŞ DA
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Rojnameger Aktaş de ji 10 rûpelan îdîaname amade kir û pêşkêşî 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Dozger bi îdîaya di 16 hêjmarên meha Mijdar û Kanûna 2015'ağn ên Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hatin girtin “propaganda rêxistinê hatiye kirin" der barê Midûrê Karên Nivîsan Aktaş de doz vekir û heta 7.5 salan cezayê girtîgehê xwest. Disa li şûna navbera hezar û 5 hezar rojan cezayê pereyan xwest.
Dozger îdia kir ku nivîsên navborî ji ber ku nasnameya kesên nivîsîne nehatiye diyarkirin li gorî hêjmara 5187'an a Qanûna Çapemeniyê xala 11'an ceza ji Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Aktaş re xwest. Dozger îdîa kir berpirsiyarê 16 hêjmaran Midûrê Karên Nivîsan Rohat Aktaş e û ji bo îfadeyê negihiştine Aktaş. Dozger di îdîanameyê de diyar kir ku di 9'ê Adara 2016'an de biryara girtinê dane. Dozger anî ziman ku rojnameyên navborî teslîmî di dîroka 11/01/2016'an de teslîmî Serdozgeriya Kuçukçekmece kirine û piştî teslîm kirin di 11/05/20167an de çar meh derbas bû ji ber vê yekê diviya bû dozê vekin.
WÊNEYÊN MERASIMA CENAZEYÊ ELÇÎ WEKÎ SÛC DÎT
Dozger ji 16 hêjmarên rojnaemyê 63 nûçe ji kurdî wergerî tirkî kirin û di îdîanameyê de bi cih kirin. Di nûçeyên wekî delîla sûc hatin dîtin de wêneyê merasima Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê lie sûrê hat kuştin, Sersaxiya Konseya Rêveber a KCK'ê ku ji bo Elçî weşandiye, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di rojnameyê de hatine weşandin, bîranînên endamên PKK'iyan daxuyaniyên ji bo endamên YPG'ê yên di şerê DAİŞ'e de jiyana xwe ji dest dane tev wekî suc hesibandin. Dozger îdîa kur ku Aktaş ji ber van weşanan sûc kiriye û xwest bê cezakirin.
Darizandina dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam dike. Dozger xwest Aktaş bê girtin û heyeta dadgehê jî ji bo ku Aktaş nehatiye girtin doz taloqî Gulanê kir.