Îdîaya şopên hilweşandina Xerabê Bava tên paqijkirin

MÊRDÎN - Hat îdîakirin ku ji bo şopên xerakirina li Gundê Xerabê Bava paqij bikin karkerên paqijiyê yên şaredariyê birine gund. Karkerekî diyar kir ku operasyon bi dawî bûye, wan mala şînê ya xirakirine boyax kirine, lawirên li kolan û axuran mirine rakirine û avêtine ser sergo.

Hat îdîakirin li gundê Xarebê Bava a navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku 16 rojin dorpêç didome şopên operasyonê tê paqijkirin. Leşkeran ji qeyûmê tayînî şaredariya Nisêbînê hatiye kirin karkerên paqijiyê şand gund. Yek ji karkerên ku çûye gundê di bin kontrola leşkeran de ye li gund tiştên dîtine vegot. Karkerê paqijiyê yê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku li gund operasyon bi dawî bûye lê hêjî li gund gelek leşker tên rawestandin.

‘BI BOYAXÊ ŞOPÊN HILWEIŞÎNÊ HATIN PAQIJKIRIN’

Karker da zanîn ku ew bûne şahide şewitandin û xirakirina hinek malan û wiha got: “Li gund texrîbatek mezin heye. Me dest neda malên şewitî wisa sekinîbûn. Liser dîwarên gund nivîsên JOH-POH hatibûn nivîsîn. Bi boyaxê bi me dan paqijkirin. Mala şînê ya ku wekî baregeh bikar dianîn niviya wê hatibû hilweşandin. Me wir jî bi me dan boyax kirin û şopên hilweşandinê paqijkirin. Lawirên ku li kolan û axiran de miribûn me komkirin û avêtin çopê. Hêjî destûr nadin ku welatiyên li gund ji malên xwe derbikevin. Lê zarok li kolanan bûn. Bêyî ku ji leşkeran bitirsin lîstîk dilîstin.”

'3 MAL KIRIBÛN BAREGAH’

Karker, anî ziman ku 3 malên li gund ji aliyê leşkeran ve kiribûn baregeh û wiha axivî: “Di van 3 malan de malbat diman lê leşkeran ew derxistibûn û ew bi cih bûbûn.”