AMED - Bavê Celal Gozen Orfî Gozen ê ku duh li Lîcê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û Walîtiya Amedê wekî "Terorîst" bi navkir, diyar kir ku kurê wî
rastî ceza hatibû û ji bo neyê girtin reviya. Bav Gozen wiha got: "Kurê min zewicî bû û bavê 3 zarokan bû. Ew ne terorîst bû.
Walîtiya Amedê di 24'ê Sibatê de ji bo 10 gundên herêma Lice, Farqîn û Pasurê biryara qedexeya derketina derve da. Piştre operasyonên leşkerî li herêmê dest pê kir. Di qedexeya derketina derve de li Gundê Heragê 2 kesên li hişyariya "Raweste" guhdarnekirin rastî erîşa leşkeran hat. Leşkeran gule berda wan û bavê 3 zarokan Celal Gozen (35) di êrîşa leşkeran de jiyana xwe ji dest da û Mahsum Budak jî rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku kesekî din ê di maşînê de ji milê xwe ve birîndar bû jî reviya û niha agahî jê nayê girtin.
WALÎTIYÊ: ENDAMÊ RÊXISTÊNÊ KUŞTÎ HATIN DÎTIN
Walîtiya Amedê jî piştî bûyerê têkildarî bûyerê daxuyanî da û got: "Endamekî BTO (Rêxistina Terorê) bi çeka xwe kuştî hat dîtin. Endamekî BTO jî bi birîndarî hat girtin"
BAV WALÎ DEREWAND
Xizm û bavê Celal Gozen bertek nîşani daxuyaniya Waliyê Amedê dan û diyar kirin ku daxuyanî li dervê rastiyê ye. Birayê Gozen Serdar Gozen, diyar kir ku birayê wî li navbera gundê Zara û Heragê rastî êrîşê hat û li wir operasyon tune bû û wiha got: "Birayê min ji sûcdariya "teşebusa kuştina mirovan" rastî 13 sal ceza hatibû. Der barê wî de biryara girtinê hebû. Birayê min û hevalên xwe di saetên şevê de li herêma Deşta Zara li gundê Heragê dijîn. Dema diçin malê leşkeran dibînin û ji bo neyên girtin direvin. Dema direvin leşker wan gulebaran dike.
'DI MAŞÎNÊ DE ESRAR Û BOMBE TUNE BÛ
Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku çek li ser hatine girtin. Birayê min hem mahkum bû hem ji dijminê wî hebûn. Lê tu carî bombe û esrar li cem wî peyda nebûye. Kesê ku walî dibêje rêveberê asta jor bû mirovên sivîl in."
'KURÊ MIN NE TORÎST E BAVÊ 3 ZAROKAN E'
Bav Orfî Gozen jî bertek nîşanî daxuyaniya walîtiyê da û wiha got: "Kurê min her dem li gundê Heragê bû. Dema diçû malê ji bo nekeve destê leşkeran reviya. Ceza li wî hatibû birîn û ji bo wê reviya. Kurê min bavê 3 zarokan e. Kurê min ne 'terorîst e' Em dibêjin êdî bes e. Dê heta kengî wisa biçe.
Gotina hikûmetê ya "Birayê min ê kurd" êdî vala ye. Çi ji gelê kurd dixwazin. Her roj zarokên vî gelî dikujin dê çawa bi wan re bibin bira?"