‘Hedefa ewil a qeyûm zimanê dayikê ye’

AMED – Cûmalî Atîlla yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin bû, ewil li qada xebatên zimanê dayikê derbeyek pêk anî.

Piştî girtina Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anlî, Cûmalî Atîlla yê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, bê navber xebatkaran ji kar derdixe. Qeyûm ewil, şêwirmendê Anli Şerîf Derînce yê di qada zimanê dayikê de jî xebat dimeşandin, di 4’ê mijdarê de ji kar derxist. Li gel vê qeyûm, şêwirmendên hevserokan Parêzer Mehmet Emîn Aktar û Sûltan Şafakê jî ji kar derxistin.

‘ÊRÎŞA EWIL LI DIJÎ ZIMANÊ DAYIKÊ’

Derînce yê ku ev nêzî 2 sala ye li Şaredariya Bajarê Mezin wek şêwirmend dixebite û bêtir di qada ziman, civakî û çandî de xebat dimenşandin got, bêyî qeyûm bi wan re hevdîtinê pêk bîne wan ji kar avêtiye. Derînce anî ziman ku, Şaredariya Bajarê Mezin bi salan di warê civakî, ziman û çandî de xebatên giranbuha kiriye û dest nîşan kir ku, qeyûmên tên tayînkirin ewil li dijî qadên jinan, çandî û ziman derbeyê pêk tînin.

‘DIXWAZIN YEKZIMANIYÊ BISEPÎNIN’

Derînce bi bîr xist ku, şaredariyên DBP’î ji zû de ye şaredarîbûneke pirzimanî ji xwe re esas girtine û dest nîşan kir ku, ev sepandin bi destê qeyûm hatine binpêkirin. Derînce diyar kir ku, li ser malpera şaredariyê qeyûm tehamulî beşa kurdî jî nekiriye û anî ziman ku, bi girtina van malperan re, dixawazin hemû paşeroj û bîra şaredariyên bê maliştin. Derînce dest nîşan kir ku, qeyûm sinyalên ku dê hemû xebatên xwe li ser yekzimaniyê bimeşîne dide.