Aktaş û Yavuzel hatin bibîranîn

RIHA - Midûrê Karên Nivîsan a Azadiya Welat Rohat aktaş û Endamê MP a DBP'ê Mehmet Yavuzel êr par li Cizîrê di dema qedexeyê de hatin kuştin li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Dayika Yavuzel, Hanim Yavuzel di bîranînê de peyama "Mehmet û Rohat naqedin" da.

Midûrê Karên Nivîsan a Azadiya Welat Rohat aktaş û Endamê MP a DBP'ê Mehmet Yavuzel êr par li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema qedexeyê de de hatin kuştin di salvegera xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê le Şehîdgeha Kobanê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat lidarxistin. Jibilî malbatan, parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad ê bi KHK'ê ve hate girtin Hakki Boltan, hevalên Aktaş û Yavuzel û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Di merasîma ku dirûşma "Şehîd namirin" hate berzkirin de qurnefîl danîn li ser gora Aktaş û Yavuzel.

DAYIK YAVUZEL: MEHMET Û ROHAT NAQEDIN!

Dayika Mehmet Yavuzel, Hanim Yavuzel di merasîmê de axivî û got ku ew ê di riya kurê xwe de meşa xwe bidomîne, kurê wê Mehmet çûye lê hê jî bi hezaran Mehmet hene. Yavuzel wiha axivî: "Em ê vî li cem kesên ku ev zilm li gelê me kir nehêlin. Heta ku Mehmetên me hebin em ê serê xwe li ber kesên vî zilmê li me dikin netewînin. Rohat nemir. Mehmet nemir. Ew di dilê me de ne, li ser milên me dijîn."

Yavuzel di berdewamê de wiha got: "Em rabûn ser piyan, em hê li ser piyan in. Dewlet ket lê em li ser piyan in. Îro em hemû jî bişewitin û bimirin, dê bayek bê axa me belav bike dîsa bibe agir û vî dewletê bişewitîne. Rohat nemir, Mehmet nemir."

Piştre gora kurê xwe hembêz kir û wiha got: "Binêre dayika min, bihar hat, kulîlk vebûn, hevalên te hatin, em hatin Mehmetê Botanê, tu me dibînî ne wisa?"

DAYIK AKTAŞ: RIYA ME RONÎ KIRIN

Dayika Rohat Aktaş, Lemîha Aktaş jî wiha got: "Riya wan riya me ronî kir. Em ê di vî riyê de meşa xwe bidomînin."

Parlamenter Dîlek Ocalan jî wiha got: "Hevalên me yên ku li Cizîrê hatin qetilkirin di dîroka kurdan de rûpelekî nû vekirin. Di vî rûpelê de têkoşîn hebû. Yên li Cizîrê kengî gotin em ê li dijî dewletê serê xwe netewînin, çog daneynin wê rojê jiyana xwe ji dest dan. Gotinên ku wan kirin ji bo me dîrok bû. Van gotinan riya me ronî kir. Îro jî salvegera wî rojê ye. Em kesên ku qatlîam pêk anîn şermezar dikin. Tiştên ku li Cizîrê qewimîn sûcê li dijî mirovahiyê bû. Hevalên me li wir tî û birçî jiyana xwe ji dest dan. Bang li cihanê kirin lê cihan bêdeng ma. Têkoşîna wan ji bo azadiya hemû gelan bû."