HDP: Em ê Moosa her tim wekî heval û birayekê bi bîr bînin

ENQERE - HDP’ê di peyama ku ji bo sersaxiya Essa Moosa dayî de diyar kir ku ew ê Moosa her tim wekî heval û birayekê bi bîr bînin.

Lijneya Rêvebir a Navenda HDP’ê ji bo parêzerê Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela Essa Moosa ku jiyana xwe ji dest da peyamek weşand.

HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku wan bira û hevalê xwe Essa Moosa winda kir û ev tişt anîn ziman: “Me bi xemgineyek mezin wefata parêzerê Nelson Mandela û têkoşerê li dijî bindestî û nijatperastiya li Komara Afrîkaya Başûr Essa Moosa bihîst. Moosa ne tenê ji bo gelê xwe têkoşîn da meşandin. Essa Moosa yek ji mînakên piştevaniya navneteweyî ye û hevalê gelê kurd û hêzên demokrasî û aştiyê yên li Tirkiyeyê bû. Em ê Essa Moosa her tim wekî bira û hevalekê bibîrbînin. Em ji malbat, heval hevalên wî yên têkoşînê, gelê Komara Afrîkaya Başûr û gelê Tirkiyeyê re sersaxî dixwazin.”