STENBOL - Polîsan postera Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag ku bi avahiya HDP'ê ya Beylikduzu ve daliqandibûn desteser kirin.
Polîsan posterê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag ku di 20'ê Sibatê de wekîltiya wê hat xistin, ji avahiya HDP'ê ya navçeya Beylikduzu ya Stenbolê daxistin û desteser kirin. Polisan posterê Yuksekdag desteser kir û ji rêveberên HDP'ê re gotin "Hûn nikarin posterê endama rêxistina terorê bi vir daliqînin" Li aliyê din rêxistina HDP'ê ya Esenyurtê xwest li pêş avahiya xwe daxuyanî bide. Lê berî daxuyaniyê gelek polîs hatin ber avahiyê û li ber avahiyê radiwestin. Hat diyarkirin ku bi sedema lêgerînê hatine pêş avahiya HDP'ê.