Pomakên li dijî asîmîlasyonê têdikoşin bi zimanê xwe dibêjin 'Ne'

EDÎRNE - Gelê pomak ên li gundê Orhaniyeyê dijîn û wekî "muhacîrên şerê 93'yan" derbasî dîrokî bûne ligel polîtîkayên asîmîlasyonê ziman û çanda xwe didin jiyankirin. Di pêvajoya referandûmê de dibêjin tercîha wan dê bibe "Na".

Pomak ên ku zimanê pomak ê nêzî zimanê bulgarî ye diaxivin û ola îslamî qebûl kirine piştî şerê osmanî û rûsan a 1877-1878 ji Balkanan koç kirine hatine herêma Trakyayê û Anatolyayê. Pomak ên ku wekî "muhacîrên şerê 93'yan" derbasî dîrokê bûne ji Edîrneyê heta Kirklarelî, ji Samsûnê heta Eskîşehîrê, ji Eskîşehîrê heta Îzmîrê li qadekî berfireh belav bûne, ligel polîtîkayên asîmîlasyonê li gorî kevneşopiyên xwe dijîn.

Pomakên ku li gundê Orhaniye ya navçeya Keşana Edîrneyê dijîn jî ji wan hinek in... Gundê Orhaniye ku bi zimanê pomak navê wî "Tuduruç" e pomakên li vir dijîn ligel salên derbasbûyî jî bi ziman û çanda xwe dijîn û didin jiyankirin.

LI GUND DIBISTAN, MIZGEFT Û KOOPERATÎFA ŞÎR HEYE

Zarokên 11 gundan ji bo dibistanê tên gundê Orhaniyeyê û gund ji 150 malan pêk tê. Li gund hemû welatî bi çandinî û sewalkariyê deraba xwe dikin dîsa ji bo şîrên xwe bifiroşin jî kooperatîfekî şîr ava kirine. Li aliyê din mizgefta ku li gund hatiye çêkirin jî welatî îbadeta xwe bi cih tînin. Em jî bûn mêvanê pomakên gund.

Me sohbeta xwe ya bi gel re ji qahwexaneya gund dest pê kir. Dema ku em ketin hundir hê pirsa em kî ne nekirin silav dan me û çay dan me. Dema ku em bi xwediyê qehweya gund Abdî Kirdemîr (29) re axivîn ji ber pirsgirêkên gund gazincên xwe parve kir. Kirdemîr got ku welatiyên gund bi sewalkarî û çandiniyê ve debara xwe dikin ji ber krîza aborî gelek bandorekî neyînî li ser wan çêbûye, bi zemên hatine kirin ve gundî deyndarî bankeyan bûne. Kirdemîr da zanîn ku zimanê xwe bi kal û pîran re bi axaftina zimanê pomakî hîn bûye û bi vî rengî hewl didin çanda xwe bidin jiyankirin. Kirdemîr der barê gund de ev agahî da: "Gund bi temamî mêvanperwer in. Kî tê bila bê paşve nayê vegerandin. Dema ku hûn tiştekî xwe emanet bikin, bi hefteyan dikare bimîne û kesek destên xwe nade."

'PIRANIYA GUND DIBÊJIN NA'

Kirdemîr destnîşan kir ku wekî li gelek deveran gundê wan jî dema hilbijartinan tê bi bîranîn û ji bo pêvajoya referandûmê jî wiha axivî: "Dema ku dem bê em ê deng3e xwe bi kar bînin. Lê herêma Trakyayê ji sedî 80 dibêjin Na. potansiyela gund dibêjin 'Na'. Gelek sedemên bibêjin 'Na' hene. Mirov anîn hemberî hev. Bû ez û tu. Siyasetê her tişt tevlihev kir."

LI BER QAHWEXANEYÊ SOHBETÊN BI DAWÎ NABE

Piştî sohbeta bi xwediyê qahwexaneyê ji ber ku hewa xweş bû kalên gund jî hatibûn ber qahwexaneyê û me derfetên bihevre sohbetê dît. Mustafa Kirdemîr ê ku yek ji mirovên temen mezin ê gund e, der barê gund û jiyana xwe de wiha axivî: "Qasî ku em ji mezinên xwe dizanin koçberên Bulgaristanê ne. muhacîrên 1893'an in. Em xwecihiyên vê derê ne. Mezinên me hebûn hemû wefat kirin. Dema ku em hatin dinê dayik û bavên me bi zimanê pomakî diaxivîn. Piştî ku dibistan hatin vekirin nifşên nû tirkî hîn bûn. Mirovên me yên vê derê sewalkarî û çandiniyê dikin. Tenê cotkarî nabe jibilî vî sewalkarî jî tê kirin. Jiyan pir zehmet e buha ye. Em li vir alîkariyê didin hev. dema ku cenazeyek hebe em bihevre diçin. Bi vî rengî diçin hev û tên."

'SEWALKARÎ BI MESREF E'

Kirdemîr diyar kir ku berhemên ku hildiberînin erzan difiroşin, çewalet êm bi 55-60 TL ye ji ber vê yekê jî sewalkarî gelekî bi mesref e. Kirdemîr got ku tenê di dema hilbijartinan de tên bibîranîn ji ber vê yekê jî bi gazinc in û têkîldarî vê yekê jî wiha got: "Parlamenter dema hilbijartinan tên. Ên ku bi ser dikevin diçin meclîsê piştre kesek li me nagerin, napirsin. Kesek nayê vê derê, ew qoltix nahêle bên vê derê. Di dilê hemû kesan de tiştek heye, terciha min jî di dilê min de ye."


JINÊN LI GUND LI GEL TEMENÊ MEZIN DIXEBITIN

Gundê ku me ziyaret kir tişta ewil bala me kişand jinên li vî gundî li gel temenê wan mezin in jî dixebitin. Hin ji wan êzîngan dişkînin, hin li gomê sewalan êm dikin û didoşin. Ji aliyê gund ve pir tên hezkirin. Fatma Bulut a 65 salî ku ji Selanîkê ye, wekî hemû Pomakan çav şîn û ruyê wê sipî ye. Li gel temenê mezin sewalan xwedî dike û çotkariyê dike. Dema gwîz û bihîvan dişkîne îkramî me jî dike.

XWARINA HERÎ XWEŞ XWARINA HERÊMÎ YE

Jinên li vî gundî di saetên serê sibê de radibin û dest bi kar dikin. Ji her kesî bêtir kar dikin. Wekî jinên gundê herêmê bi cilên xwe yên gelêrî û şerwelên xwe me pêşwazî dikin. Dîsa dest ji xwarina xwe ya herêmî jî bernadin. Yek ji xwarinên herêmî yê çanda Pomakan “Sutlu mama kaşa” ye. Yek ji tamên herî xweş yê herêmê ye. Bi şîr, şekir, arvan û rûnê nivîşk çê dibe. Xwariha gund a herî xweş û tê hezkirin e.

JIN JI JIYANA GUND KÊFXWEŞ IN

Jina ciwan a 26 salî Yasemin Bulut jî 26 sewalan xwedî dike û hemû dema wê bi xwedîkirina sewalan derbas dibe. Dema em rastî Bulut hatin hem zingan dişkand, hem jî sewal êm dikirin û şîr didot. Bulut, diyar kir ku ji bo wan demsala zivistanê hêsantir e û tenê sewalkariyê dikin. Di demsalên havînan de hem li nava zeviyan in û hem jî sewalkariyê dikin. Gulberoşan kom dikin. Çandiniya genim, fireng û îsotan dikin. Dayika 60 sali Emine Kirdemir jî bi zimanê Pomakî xêrhatina me kir û got “Dobre Doshal” û em pêşwazî kirin. Dema ji Bûlgarîstanê koçber bû hat li vir bi cih bû. Kirdemîr, diyar kir ku her çend hewl bidin çanda xwe bijîn jî dîsa nifşên nû dikevin bin bandora çanda cuda û çanda wan a berê winda dibe.

‘KARÊ ME NE BAŞ E LÊ EM TÊDIKOŞIN

Şêniyê gund Mustafa Gungordu ê 58 salî ku dema em rastî wî hatin sewal didot, bi zimanê Pomakî di axivî. Gungordu sewalên xwe nîşanî me dan û der barê gund de agahî da û wiha got: "Ji sibê heta êvarî ez bi van sewalan mijûl dibim. Em şîr ji sewalan didojin. Her roj heman kar e. Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Wekî din tiştekî din tune. Li vir çotkarî kêm e. Bêtir sewalkarî heye. Em genim difiriroşin. Der barê referandumê de bê biryar im."

HÊZA KIRÎNA ŞÎR KÊM DIBE

Di gera gund a saetê êvarî de em rastî weatiyan ku şîrê xwe tînin li kooperatifa şîr difiroşin hatin. Ji bo şîr bînin kooperatifê bi erebeyên destan ên taybet şîr tînin kooperatifê. Ewil şîr diwezinînin. Berpirsiyarê Kooperatifê Suleyman Akam (57) diyar kir ku her sal derbas dibe bêtir hêza wan a şîr bikirin kêm dibe û wiha got: "Gundî şîrê bi maşîneyan ji sewalan didoşin. Bi maşîneyan tînin vir. Şîrê hemû gundên derdorê tê vir. Em ji mehê heta mehê pereyên wan didin wan. Rewşa gundiyan xerab e. Berhemên em difiroşin erzan e. Piştgiriya didin çençber û çotkaran kêm e. Niha mazot, gubre û malzemeyê çandiniyê pir buha ye. Em wekî rençber û çotkar nikarin ji bin vî barî rabin."

Şêniyê gund Alî Kirdemir (66) jî gazinç kirin u wiha got: "Ji bo rê li pêş koçberiyê bigirin divê fabrîqe bên avakirin. Îro rewş û pêşeroja mirovan ne diyar e. Dê li vî gundî kes nebîne. Ji ber ku betalî û xizanî heye. Ger ku qezenca min tune be çima vî karî bikim. Ez wekî mirovekî Trakyayî bawer dikim ku ger li Keşan, ,İpsala û Enezê fabriqe bên avakirin dê rê li pêş betalî û koçberiyê bên girtin"

Ji bo nasîna Gundê Pomakan em hatin çend saetan li vî gundî bûn mêvan û me bi mirovê wê re sohmet kir û em li nava gund geriyan. Me li wan guhdar kir em ji wan qetiyan. Dema em ji gund qetiyan em çûn gundiyên bi zimanê Pomakî gotin “Udidisdrave” bi xatirê we li pey me man.

Necla Demîr / Ugur Atabay- dîhaber