QERS - Serokê rêxistina CHP'ê yê Navçeya Navendî ya Qersê Onur Ulutaşdemir, diyar kir ku pêwiste serokên partiyê yên bajaran jî destûr nedin pergala serokdewletiyê û wiha got: "Em dê li Qersê kurd, tirk, terekeme, azerî û malakanî tev dê bêjin 'Na'
Eniya 'Na' ya xebata referandumê her ku diçe belav dibe. Kesên dibêjin 'Na' sedema çima dibêjin 'Na' û çi dixwazin parve dikin. Serokê Rêxistina CHP'ê yê Navçeya Navendî ya Qersê Onur Ulutaşdemir, diyar kir ku ew welat ji rêveberiya yek kesî re nahêlin. Ulutaşdemîr diyar kir ku ew xebatên xwe bi ziyaretên tax û gundan dimeşînin. Ulutaşdemir, anî ziman ku Qers bajarekî xwedî pir çand, ziman û nasname ye û dê di referandumê de "Na" derkeve pêş.
Ulutaşdemir, anî ziman ku pergala rêveberiya yek mirovî dispête gel û wiha got: "Em dê di referandumê de bêjin 'Na'. Em vê xebatê di bin nasnameya partiyê de dimeşînin. Ev xebat ji xebata partiya wêdetir ev merseleyek civakî ye.
Taşdemir anî ziman ku kî dibe bila bibe divê her kes li dijî rejîma yek zilamî derkevin û wiha got: "Em vê guhertina qanûnê wekî guhertina rejîmê dibînin. Dê bi vê pergalê Serokomartî bi awayekî fîîlî ji holê rabe. Dê hemû erk têkeve destê yek zilamî. Ji ber vê yekê divê em destûr nedin û em tev bêjin 'Na'
QERS DÊ BÊJE NA
Ulutaşdemîr, da zanîn ku gelê Qersê çi dixwaze baş dizane û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Kurd, tirk terekeme, azerî, malakanî tev dê bêjin na. Gelê Qersê dê tev bêjin 'Na'. Gelê Qersê gelekî demokratîk e. Dê li dijî rêveberiya AKP'ê ya 15 ysalan bêje 'Na'. Ev ne tenê nerîna min e. Em li tax û gundan ziyaret dikin û ev nerîna esnaf, welatî û hemû gelê Qersê ye.