19 meh in hêj doza kuştina kalê 70 salî temam nebûye

ERDEXAN - 19 meh berê li Erdexanê leşkeran dolmîşa welatiyan gulebaran kir. Di gulebaranê de kalê 70 salî Kamber Morkoç jiyana xwe ji dest da. Du sal der bas bûn, lê di alilê doz û lêpirsînê de tu pêşketin tune.

Welatiyên di 12'e Tîrmeha 2015'an de ji gundê Gundik ê Navçeya Golê ya Erdexanê çûn qada seyranê ya navbera Şenkaya û Gole rastî êrîşa leşkeran hatin. Leşkeran gule berdan dolmîşê û kalê 70 salî Kamber Morkoç jiyana xwe ji dest da û 3 welatiyên din birîndar bûbûn. Di dolmîşê de Morkoç keça Morkoç Harika Morkoç û hevsera wî Emine Morkoç bi saxî xelas bûn. Sabri Morkoç bi giranî birîndar bûbû. Ajokar Altan Akın û welatî Kurtuluş Morkoç sivik birindar bûbûn. Li gel ku 19 meh derbas bûn hêj têkildarî kuştina kalê 70 salî û bûyerê doz temam nebûye û li cihê bûyerê lêkolîn nehatiye kirin. Parêzerê dozê Yaşar Kaya diyar kir ku nêzî 2 sal derbas dibe, lê heta niha der barê lepirsîn û lêkolînê de tu pêşketin tune ye. Kaya, anî ziman ku heta niha lêkolîn jî nehatiye kirin. Kaya, anî ziman ku dosya hêj wekî xwe sekiniye û tu pêşketin tune ye. Kaya anî ziman ku Dozgerê Komarê yê Gole yê berê ji wî re got ku ger wî dewan kiribûya dê biryara bê şopandinê dabûya. Kaya, destnîşan kir ku dozgerê berê xwest bê şopandina dosya bide û wiha got: "Niha dozgerekî nû li dosyayê dinere. Lê niyeta vî dosgerî ji ya dozgerê berê ne cudatir e.