Esnafên Geverê: Em ê li diji xirakirina dikanan bêjin 'Na'

COLEMÊRG - Esnafên Geverê yên dikanên wan di şer de hatin xerakirin, diyar kirin ku dê li dijî şer û xerakirina dikanên xwe ji kesên dikanên wan xera kir û qrîza aborî bi ser wan de anî re bêjin "Na".


Esnafên Geverê ku 79 rojan li navçeyê derketina derve li wan hat qedexekirin û dikanên xwe qet venekirin, diyar kirin ku ji ber polîs û leşkeran dikanên wan xera kirin û ji ber şer û qirîza aborî dibêjin "Na". Esnafên Geverê anîn ziman ku ji ber qedexeya derketina kolan wan bi mehan nikaribûne dikanên xwe vekin û dê ji kesên dikanên wan dane girtin re bêjin 'Na'. Esnaf Metîn Bakircioglu balkişand ser hilweşandina û talana dema qedexeya derketina kolanan û wiha axivî: "Kolana Cengîz Topela ku yek gule jî nehate avêtin hemû dikan hatine hilweşandin. Zirara esnafan pir e. Ji bo em ji referandûmê re bivêjin erê dive ku kêfa me ji xerekirina dikanên me bê, tu kesek wisa dîn tûneye." Bakircioglu da zanîn ku piştî xerakirinê dewlet bi dehan soz dan wan. Lê heta niha sazek jî pêk neanin û wiha berdewam kir: "Yên bi hezaran polîs leşker anîn Gever û navçeyê xerakirin ne carek em hezar caran dibêjin 'Na'. "


Esnafê hingiv difiroşe Kudbedîn Barse jî anî ziman ku yên di demek qrîza aborî de dikanên wan hilweşandine dê di hilbijartinê de bersîva "Na" bidin wan û wiha axivî: "Yên piştî xerakirinê soz dan sozê wan nehat cih. Polîtîka AKP'ê ya ji bo esnafan hilweşandin û xerakirin e. Emê li dijî êrîşan xwe navçeya xwe biparêzin. Em di nav qrîzê de ne. Referandûm berdewama qrîzê ye. Ji bo krîza aborî em dibêjin Na'."

Esnaf Turgay Cankurtaran jî diyar kir ku AKP ya 14 sal in îktîdar e heta niha ji bo gel tiştek nekiriye û wiha got: "Heta niha me ji xerakirinê pêştir tu tişt nedît. Em xerakirina Nisêbînê, Cizîrê, Sûrê jî dibînin. Gel vê yekê ji bîr nake. Gel de di 16 Nîsanê de bersiv bide û li avakirinê vegere. Gel ji niha de dest bi avakirinê kiriye. Bi derfetên xwe warê xwe ava dike dê pergala xwe jî ava bike. Em dê dîsa kolanê xwe jî bajarê xwe jî û pergala xwe jî ava bikin. Em dê li dijî hilweşînê bêjin Na'."