SÊRT - Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê bi riya nameyan agahî dan xismên xwe û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê û gardiyan di salek dawî de 6 carin bi ser kawîşên wan de digirin û hemû alavên girtiyan ên taybet desteser kirine. Girtiyan anîn ziman ku heta pênûs û lênûskên wan jî desteser kirine.
Zext û zordariyên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê di salekê de 6 caran rêveberiya girtîgehê û gardiyanan bi ser kawîşên girtiyan de girtin û lêgerîn kirin. Girtiyên Girtîgeha Sêrtê bi riya nameyê agahî dan xizmên xwe û diyar kirin ku rêvberiya girtîgehê zextên li dijî wan zêde kirine. Girtiyan diyar kirin ku rojên borî gardiyanan û rêveberiya girtîgehê bi ser odeya girtiyên xort ên siyasî de girtine û pirtûk, pênûs, lênûsk û hemû amûrên taybet desteser kirine.
WEZARETÊ FERMAN DAYE
Girtiyan destnîşan kirin ku rayedarên girtîgehê diyar kirine ku ferman ji wezaretê ji wan re hatiye û ji ber vê yekê alav û amûran kom dikin. Girtiyan dan zanîn ku di salek dawî de 6 çaran li odeyên wan lêgerîn hatiye kirin û wiha gotin. "Di serdegirtina odeyan de notên tekakesî, lênûsk, pênûs, pirtûk û hemû alavên taybet ên girtiyan desteser kirin. Dîsa fîleya voleybolê, gog, masa komidin û hemû alavên din ji aliyê gardiyanan ve hatine desteserkirin. Kaxizên ji bo hevdîtina telefonê ên ku rêveberiya girtîgehê daye wan jî hatin desteserkirin. Girtiyan anîn ziman ku heta niha tiştekî wisa qet pêk nehatibû û xwest her kes li hemberî van pêkanînan hestiyar tev bigerin.
Girtiyan anîn ziman ku piştî zext zêde bûn ji roja înê de bi siloganan bertekên xwe tînin ziman û dixwazin alav û amûrên wan ên hatine desteserkirin dîsa bidin wan. Girtiyan anîn ziman dixwazin alavên wan paşve bidin wan, bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dîsa hevdîtin pêk bê û tecrîd bi dawî bibe.