Dema hûn biçin ser sindoqê Xerabê Bava bînin bîra xwe

ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Silopiya, diyar kirin ku gelek sedemên wan ên di referandûmê de bibêjin "Na" hene. Dayîka Şaziye Bîlîr got ku dema gel biçe ser sindoqan divê gundê Xerabê Bava bîne ber çavên xwe û wisa dengê xwe bikar bîne.

Endamên Meclîsa Dayîkên Aşitiyê yên Sîlopiya Şirnexê, diyar kirin ku ew pêşnûmeya guharandina Qanûna Bingehîn a bi hevkariya AKP û MHP'ê hatiye amadekirin bi tu awayî qebûl nakin. Dayîkan anî ziman ku wan tu dem şer nexwestiye û ji bo ku di vî welatî de tu kes neyê kuştin ew ê bibêjin "Na"

PIŞTÎ EW QAS KUŞTINÊN DEWLETÊ BILA HÊVIYAN JI ME NEKIN

Endama Meclîsa Dayîken Aşitiyê ya Silopî Şemsê Kara, da zanîn ku ji bo di referadûmê de bêje "Na" gelek sedemên wan hene û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji bo em bibêjin "Na" sedemên me gelek in. Jı destpêka dîroka tirkan heya niha dewleta tirk qetlîam û kumkujî li ser kurdan kirine. Hêzên dewletê li Dersîmê, Maraşê û herî dawî bajarên kurdan yên wek Cizîr, Şirnex, Nêsêbîn, Gever û Sûrê qetlîam pêk anîn. Piştî ew qas qetlîaman dewleta tirk bila tu hêviyan ji me neke."

JI YEK ZIMAN YEK WELATÎ RE "NA"

Kara, bal kişand ser zilma dewleta tirk ya salên 90'î û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di salên 90'î de hêzên dewletê di bin navê OHAL'ê de gelê Botanê di îşkenceyê re derbas kir û gund û bajarên kurdan şewitandin. Di heman salan de bi hezaran zarokên vî gelî di bin çavan de windakirin. Bi salan e ji bo ku faîlên zarokên xwe bibînin çalakiyan pêktînin. Ger îro em ji sîstema Erdaogan re bibêjin erê em ê xiyanetê li xwîna zarokên xwe bikin. Ji ber vê yekê em ji yek kesiyê re, yek al, yek ziman, yek welatî re dibêjin "Na"

LI HEMBERÎ ESÎRGIRTINA ÎRADEYA GELÊ KURD "NA"

Dayîka Xanim Kayhan jî, diyar kir ku ew ne li hemberî tu dewletan in û wiha got: "Ji bo ku êdî li tu derê welatê me qetlîam çênebîn divê her kes bibêje "Na". Îro bêyî ku parlementerên HDP'ê deng bide AKP û MHP'ê biryara guhartina Qanûna Bingehîn da. Ji bo çi? Hevserokê HDP'ê yê Giştî Selahatîn Demîrtaç bi dengê 40 milyon kesan li meclîsê bû. Lê îro rayedarên dewletê îradeya gelê kurd esîr girtiye. Em jî li hemberî xespkirin û esîrgirtina îradeya gelê kurd dê di referandûmê de bibêjin "Na Na Na."

ZAROK ME KUŞTİN GUND Û MALÊN ME XIRABKIRIN

Dayîka Aşitiyê Gulê Deger jî, got ku divê her kes di hilbijartinê referandûmê re bêjin "Na" û wiha pêde çû: "Rayedarên dewletê bi salan e zilmê li ser me dimeşînin. Di nava 2 salan de gelek bajarên kurdan bi tang û topan xirab kirin. Zarokên me kuştin, gund û malên me xirab kirin. Îro parlementer û hevşaredarên me di girtîgehan de tên girtin. Hêzên dewletê hemû cureyên zilm û zordariyê li ser me dimeşînin. Ji ber vê yekê em ê di hilbijartinê de dengê ji bo "Na" bikar bînin."

JI BO BERDEWAMIYA BERXWEDANA HER 3 JINAN "NA"

Taybet Tatli jî, bal kişand ser qetilkirina her 3 jinê siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku di berxwedana Silopya de jiyana xwe ji dest dayî û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hêzên dewletê li vir 3 jinên siyasetmedar bi awayekê hovane kuştin. Ji bo em berxwedana wan bidomînin em ê li her derê "Na" bi rêxistin bikin û ji bo wan bibêjin "Na".

GUNDÊ XERABÊ BAVA BÎNIN BER ÇAVÊ XWE Û DENGÊ XWE BIKAR BÎNIN

Dayîka Aştiyê Şadiye Bîlîr jî, da zanîn ku ew ê ji bo "Na" li nav gel de belav bikin dê bixebitin û wiha axivî: "Em ê li her derê xebatên "Na" bimeşînin. Ji bo ku êdî gorên zarokên me neyên xirabkirin û talankirin divê her kes biçe ser sandiqan û dengê xwe ji bo "Na" bikar bîne. Her çi qas hêzên dewletê xebatên me asteng bikin jî em ê ya dawiyê ji bo azadiya gelê xwe xebatan bimeşînin. Weke îro hûn dibînin 15 roj in qedexeya derketina derve li ser gundê Nêseybînê Xerabê Bava berdewam e. Li vî gundî niha leşker û polîs îşkenceyê gundiyan dikin. Dema gel dengê xwe b kar tîne divê wan bê hiqûqiya bîne ber çavên xwe û ji zilm û îşkenceya dewleta tirk re bibêje "Na".